QSD: Îdîayên li ser 'şehadeta 12 şervanan' rast nînin

QSDʹê ragihand ku îdîayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ên li ser 'şehadeta 12 şervanan' rast nîne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ku dibêje 12 şervanên QSDʹê şehîd xistine.

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê ev daxuyanî li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir:  "Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker, di rojên 12 û 14’ê Mijdarê de daxuyanî da û îdia kir ku di van her 2 rojan de 12 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan nerast in."