El Hemed ê ku di êrîşa droneya bi çek de şehîd bûbû li Şedadê hate veşartin

Dewleta Tirk a dagirker di 13’ê Mijdarê de bi droneyeke bi çek êrîşek kiribû. Di vê êrîşê de endamê Hêzên Xweparastinê Kemal Subhî El Kemal şehîd bûbû. El Kemal li Şedadê hate veşartin.

Şeniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Kemal Subhî El Hemed veşart. El Hemed di 13’ê Mijdarê de bi droneya bi çek a dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû.

Şeniyan cenazeyê şehîd li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirt û piştre bi dehan erebeyan berê xwe da goristana şehîdan a navçeya Şedadê.

Li goristanê, şervanên Hêzên Erka Xweparastinê merasîmeke leşkerî pêşkêş kirin.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Îman El Ferec sersaxî da malbata şehîd û got "Şêniyên herêmê wê têkoşînê bidomînin, dagirkeran biqewitînin û herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê jî Ebdulsetar Hesekê axivî û got "Dewleta Tirk balafirên bêmirov ên biçek li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne, da ku gel bide koçberkirin. Lê belê bi saya berxwedana şêniyan û hêzên leşkerî em ê heta dawiyê hemû planên Tirkiyeyê pûç bikin.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Bi tilîliyên dayikan cenazeyê şehîd Kemal spartin axê.