Pirtûkxaneya gerok a ji ramanên Ocalan li gundewarên Kobanê ye

Pirtûkxaneya gerok a ji raman û felsefeya Ocalan, ku ji aliyê Ciwanên PYD’ê ve 7’ê Mijdarê hatibû destpêkirin, di roja 3’an de li gundewarên Kobanê digere.

Ciwanên PYD’ê li Kobanê 7’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Ji bo Azadiya Rêber Apo, Werin Cenga Azadiyê’ bi çalakiya pirtûkxaneyeke gerok raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser şerê gel ê şoreşgerî, rastiya dijmin û dagirkeriyê li xwe digire, belav dike. 

Pirtûkxaneya gerok ev 3 roj bûn li Kobanê digeriya, hem pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav dikirin û hem jî dahûrandinên wî bi rêya deng her cihê diçûnê dida guhdarkirin.

Pirtûkxane di roja 3’an de dest bi gera xwe ya li gundewarên Kobanê kir. 

Eleqeyek zêde ya ciwan û xelkê herêmê ji pirtûk û ramanên Ocalan re heye. 

Li bendê ye ku pirtûkxane sibe li xeta Çelebiyê bigere.