'Bêdengî êrîşa li dijî Başûr e jî'

Yek ji rêveberên berê yên PDK'ê Îsmaîl Elî Îsmaîl diyar kir ku bêdengiya li hemberî hovîtiya çekên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk di heman demê de êrîşa li dijî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ye jî.

Pêşmergeyê berê Îsmaîl Elî Îsmaîl anî ziman ku divê gelê Başûrê Kurdistanê li dijî astengiyên PDK’ê çalakiyên xwe zêdetir bike û li hember êrîşên hovane û çekên kîmyayî yên dagirkeriyê hikûmetê bidin rawestandin.

Pêşmerge û rêveberê berê yê PDKê Îsmaîl Elî Îsmaîl yek ji wan kesan e ku li dijî siyaseta Rojava helwest nîşan da û di sala 2019’an de bi awayekî nefermî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Îsmaîl bi bîr xist ku dijminên Kurdan zêdetirî 6 meh in li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê Kurd û gerîla her cure çekan bikar anîne û got, “Li dijî gerîla gelek çekên qedexekirî yên weke çekên kîmyewî bikar anîne. Tevî van hemû êrîşan jî nekarî berxwedana gerîla bişkîne. Li her derê berxwedan heye. Ev dijminê hov yê ku ji pîvanên exlaqî bêpar maye, ne tenê li dijî gerîla, li dijî gel û xwezaya Kurdistanê jî bi kar tîne.”

EGER GERÎLA NEMÎNE WÊ BAŞÛR JÎ NEMÎNE

Îsmaîl bal kişand ser bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşan û wiha got: “Gerîlla nemîne wê zehmet be ku Başûrê Kurdistanê bimîne. Hikûmet piştgirî dide dagirkeran. PDK’ê ji destpêkê ve alîkariya vî dijminî dike. Demek berê maskeyên gazê ji bo gerîlayan diçûn. PDK'ê ew maske desteser kirin. Di 6 mehan de 44 gerîla di êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn, lê hikûmeta PDK'ê ti daxuyanî neda. Şehîd Kurd bûn, xizmeta şoreşa netewî ya Kurd kirin. Welatiyên Başûrê Kurdistanê yên ku ji ber êrîşên kîmyewî yên dijmin bandor li wan kiriye li nexweşxaneyan ne, lê heta niha ti îzahatek derbarê wan de nîne.”

‘NAHÊLE GEL LI DIJÎ DIJMIN GAVAN BIAVÊJE’

Îsmaîl Elî Îsmaîl anî ziman ku PDK’ê li hemberî gelê ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide jî asteng e û got, “Nahêle gel li dijî dijmin gavan bavêje. Ji vê jî diyar dibe ku ew piştgiriyê dide dagirkeran."

Îsmaîl Elî Îsmaîl da zanîn ku divê gelê Başûrê Kurdistanê tevî hemû zext û astengiyan, ji bo gerîlayên ku xizmeta gelê Kurdistanê dike, bibe alîkar û wiha got: “Gerîla ji bo çar parçeyên Kurdistanê bi fedaîbûn têdikoşe. Divê gelê me li dijî dagirkerên qirêj û çekên kîmyewî yên ku bikar tînin, çalakiyên xwe bilind bikin û desthilatdariyê rawestînin.”