Şêniyên Qamişloyê: Em ê heta dawiyê bi gerîla re bin

Di çalakiya ku li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker hate kirin de, bi sedhezaran kes kom bûn. Gelek çalakgeran bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê û bikaranîna kîmyewiyê dan.

Ji bo protestokirina êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla pêk tîne, bi sed hezaran kes li bajarê Qamişlo yê Rojava hatin ba hev û li Stada Şehîdên 12’ê Adarê kom bûn.

Di dema mîtîngê de gelek çalakgeran ji ANF’ê re axivîn.

Hediya Ramo Mûsa: “Dewleta Tirk hemû hiqûqa cîhanê binpê kir û li çiya li hemberî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne. Îro sedema ku em li vir kom bûne, her çi be bila ew be, em ê bi gerîla re bin. Em bi hemû tiştên xwe ve, bi Rêbertî û gerîlayên xwe re ne.”

Suleyman Elo: “Dewleta Tirk ji hemû aliyê ve winda kir. Di aliyê dîplomatîk, siyasî, civakî û leşkerî de winda kir. Lewma serî li rêbazên weke bikaranîna çekên kîmyewî dide. Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk van rêbazên qirêj bikar tîne. Cara berê jî li Efrîn, Serêkanî û Girê Spiyê sûcên şer ên bi vî awayî kiribû. Gelê Kurd îro li vir li hemberî van polîtîkayên qirêj serî hildide û li ber xwe dide. Ev jî tê wateyê ku gelê Kurd berxwedan û têkoşînek mezin bi rêve dibe. Sûcên dewleta tirk bi belge û dîmenan, tespîtkirin. Lê heta roja îro jî NY’ê û dewletên navneteweyî tu bertek nîşan nedane û bêdeng dimînin. Îro ev gel li vir vê bêdengiyê protesto dikin.

Gerîlayên ku îro li çiyayan şer dikin, ji bo projeyek a di xizmeta hemû gel û mirovahiyê de, têdikoşin. Di heman demê de ev proje ji bo hemû cîhanê bûye, çareseriyek mînak.”

Dayika şehîd, Dayê Henîfe: “Ez ji bo şermezarkirina êrîşên ku dewleta Tirk li dijî gerîla pêk tîne, hatim. Erdogan çi ji wan dixwaze ku bi çekên kîmyewî êrîş dike. Gerîla kiye? Zarok, xwişk û bira û malbatên me ne. Erdogan çi dike bila bike, em ê bi zarokên xwe re bin.”

Hunermend Sîpan Xelat: “Îro bi sed hezaran mirovên ku ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine, ji bo şermezarkirina zilma ku dewleta Tirk li dijî gerîl û gelê Kurd pêk tîne, kom bûne. Êrîşên ku îro dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, nîşaneya hilweşîna dewleta Tirk e. Ji bo veşartina hilweşîna xwe yan jî dirêjkirina temenê xwe, serî li van rêbazên qirêj dide. Gerîla îro li çiyayên Kurdistanê ji bo gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn têdikoşe. Wê tu êrîşên dewleta Tirk nekaribe vê berxwedanê bişkîne. Gelê Kurd bi vê berxwedanê xwedî li gerîla derdikeve. Divê gelên cîhanê jî êdî vê berxwedanê bibînin.”

Bahoz ê ji Serêkaniyê hatî: “Em ciwanên Rojava wê li dijî êrîşên dewleta Tirk li hemberî gerîla pêk tîne, berxwedana xwe bidomînin. Êrîşên ku dewleta Tirk li Kurdistanê pêk tîne, ji aliyê hemû kesê ve tê dîtin. Hemû cîhan şahide ku êrîşên kîmyewî li dijî gerîla tên kirin, lê dengê xwe nakin. Divê bên û bibînin, êdî divê li dijî vê yekê helwest raber bikin.”