Cenazeyên 9 penaberên Kobanî hatin veşartin
Cenazeyên 9 welatiyên ji Kobanê yên di rêyên penaberiyê de, di encama noqavbûna keştiyê de jiyana xwe ji dest dan, anîn warê wan û ew veşartin.
Cenazeyên 9 welatiyên ji Kobanê yên di rêyên penaberiyê de, di encama noqavbûna keştiyê de jiyana xwe ji dest dan, anîn warê wan û ew veşartin.
Bi hezaran şêniyên ji gund û bajarokên Kobanê ji vê sibehê ve li nêzê pira Qereqozaqê ya li ser çemê Firatê kom bûn ku cenazeyên 9 penaberan ku bûne qurbaniyên penabertiyê pêşwazî bikin. Cenaze, saet di 16:00′an de gihiştin Kobanê.
Rêveberiya Xweser, lêçûna cenazeyan ji Cezayirê heta bi Dewha û ji wir jî ber bi Lubnan û Sûriyeyê ve da. Şandeyên ji Rêveberiya Xweser a Minbic û herêma Firatê vê sibehê cenazeyên qurbaniyan ji nêzê deriyê Tayhe yê li Minbicê piştî derbasbûna wan di herêmên hikûmeta Şamê re pêşwazî kirin.
Li gorî qeydên Nexweşxaneya Firatê ya li Minbicê, cenazeyên Cuma Ferhan Kilîl (28), Basil Ebdulqadir Îsa (28), Xelîl Elaedîn Silêman (25), Qehreman Mehmûd Dawid (32), Ehmed Mihemed Remo (41), Xelîl Şêx Nebî Mihemed (16), Rênas Muslim Omer (30), Bekir Mihemed Bozan (47) û Bekirî Mihemed Elî (23) ne.
3′yê Cotmeha çûyî keştiyek ku tê de penaber hebûn, li peravên Cezayîrê noqav bû, di encamê de 18 kesên ku bi piranî Sûriyeyî bûn, 9 kesên ji Kobanê jî tê de bûn û jiyana xwe ji dest dan.