Newroz Li Tirbespiyê û Hesekê hat pîrozkirin

Bi wesîleya Newroza 2023’an li Tirbespiyê meşa meşaleyî hat kirin û li Hesekê jî agirê Newrozê hat vêxistin.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê meşek meşaleyî ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve hat lidarxistin.

Meş ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger destpê kir û li Qada Şehîd Nejîbr rawestiya. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û meşale hatin hildan.

Li Qada Şehîd Nejîbr, endama Rêberiya Tevgera Ciwanên Şorşger a Sûriye-Tirbespiyê Mizgîn Hisên axivî û got ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşînê dikin. Her wiha anî ziman ku meşaleya ku Kawayê Hemdemî Mezlûm Dogan vêxistiye wê pêketî bimîne.

Di dawiyê de ciwanan  agirê Newrozê vêxistin.

HESEKÊ

Li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê jî agirê Newrozê hat dadan.

Destpêkê deqeyeke rêz hat girtin, piştre şêniyan agirê Newrozê dadan û li derdora wê xelekên govendê gerandin.