Şêniyên Efrîn û Şehbayê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin

Bi deh hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêma Efrînê şermezar kirin.

Bi dirûşmeya 'Efrîn ya me ye' şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî  dagirkeriya li ser herêma Efrînê şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê bi kal, pîr, jin û zarokan Efrînê rizgar bikin.

Meş li ser rêya gundê Hirbilê dest pê kir û heta navçeya Eherzê domiya.

Li qada navçeya Ehrezê piştî deqîqeyek rêzgirtina ji bo rihê şehîdan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de lii ser navê Rêveberiya Xweser Silêman Cefar û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan ve Fatmê Cimo axivîn.

Axaftvanan di despêka axaftina xwe de hemû şehîd bi bîr anîn û ser saxî ji malbatên 9 şehîdên ku li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne xwestin.  Axaftinan diyar kirin ligel her cure êrîş û dagirkeriyê berxwedana gel domiyaye û gotin “Ev 5 sal in ruxmê ku hêzên navneteweyî dixwestin herêma Şehbayê vala bikin, gelê Efrînê ji Şehbayê derxînin jî, ligel gelek zor û zehmetiyan jî gel ji bo mayîna li Şehbayê israr dike. Gel li nêzî Efrînê berxwedana xwe didomîne û ev hemû ji bo vegera li Efrînê ye.”