Ji bo şehîdê YAT’ê Rênad Elî konê sersaxiyê

Ji bo servanê YAT’ê yê di qezaya helîkopterê de şehîd bû, li Til Temirê konê sersaxiyê hat danîn. Xelkên ji bajarên derdor jî çûn konê sersaxiyê.

Di saetên sibehê de şêniyên bajarê Hesekê, navçeyên Til Temirê û Dirbêsiyê berê xwe dan gundê Hiznê yê rojhilatê Til Temirê. Şêniyan sersaxî dan malbata şervanê YATʹê Rênad Elî (Xebat Dirbêsiyê) yê ku 15ʹê Adarê di qezaya helîkopterê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû.

Girse bi bilindkirina wêneyên şehîd Xebat Dirbêsiyê, ala Meclisa Malbatên Şehîdan û gûrzên gulan û bi berzkirina dirûşmên  "Şehîd namirin" herikîn bin konê sersaxiyê.

Hevserokê Şaredariya Gel a Til Temirê Ebdulbaqî Kotê axivî, sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û di kesayeta şehîd Xebat Dirbêsiyê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Kotê got: "Meha Adarê ji bo gelê Kurd meheke bi êş e. Mîna vê rojê Efrîn hat dagirkirin. Em Helebceyê jî bîr nakin.  Di heman demê de ev meh sembola berxwedanê ye, Serhildana 12ʹê Adarê û Cejna Newrozê mînak in."

Ebdulbaqî Kotê diyar kir ku bi saya şehîdan û şopdarên wan dê serkeftin were mîsogerkirin.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo li ser malbata şehîd Xebat Dirbêsiyê got: "Em keda malbata wî ya welatparêz ji bîr nakin. Ji destpêka şoreşê ve malbat li ser fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê xakê diparêzin û fedakariyê dide."

Hisên Selmo soza şopandina xeta şehîdan dan û got ku Newroza îsal wê bi ruhê van şehîdan û berxwedana wan were pîrozkirin.

Bi navê malbata şehîd Xebat Dirbêsiyê xalê wî, Xalid Xelef got: "Ji malbata me şervanekî din tevlî karwanên şehîdan bû. Beriya du meha me li vî gundî şehîd Berfîn oxir kir. Îro me şehîd Xebat Dirbêsiyê oxir dikin. Wekî malbat ji destpêkê ve me fikirê Apoyî hembêz kir. Em ne poşman in ku em şehîdan didin. Her zarokek vê malbatê wê bibe şervanek di vê tevgerê de, wê bibe şoreşgerek li ser xaka Rêbertî. Zarokên me di nava QSDʹê de hene û wê rakirina çekên şehîdên xwe bidomînin. Bi navê malbata şehîd Xebat soz didim ku ez ê şopdarê xeta şehîdan û fikirê Rêber Abdullah Ocalan bim, destkeftiyên vê xakê û şoreşa wê biparêzin."

Piştre, endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Çinar Yûsif nasnameya şehîd Xebat xwend û radestî malbatê kir.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.