Dewleta Tirk li Cindirêsê qetlîam kir

Dewleta Tirk a dagirker, li Cindirêsê 4 ciwanên ku xwest Newrozê pîroz bikin, qetil kirin. Bi sedan kes li ber nexweşxaneyê ku cenazeyên ciwanan lê ne, civiyan.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li navçeya Cindirês a Efrînê, 4 Kurdên ku xwest agirê Newrozê dadin, qetil kirin.

Kesên ku dewleta Tirk qetil ew qetil kirin, ev in: Ferhan Osman (43), Îsmaîl Osman (38), Mihemed Osman (18) û Mihemed Îsmaîl Osman (42).

Bi hezaran Efrînî, li ber nexweşxaneya cenazeyên ciwanan birin, civiyan û dewleta Tirk protesto kir.