Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Girê Miştenûrê bang hate kirin

Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Girê Miştenûrê ku wê 21'ê Adarê pêk were bi daxuyaniyekê banga tevlîbûnê hate kirin.

Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Girê Miştenûrê yê Kobanê ku wê di 21'ê Adarê de pêk were, endamên Komîteya Çalakiyê û Çand û Hunerê ya Baqî Xido li nava bajêr geriya û bi daxuyaniyekê banga tevlîbûnê kir.

Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Viyan Amara Sûad Xelîl ve hate dayin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Newroz ji bo Kurdan roja nû ye û hate gotin, "Newroz ji bo gelê me berxwedana li hemberî zilm û zordariyê ye. Newroz şênberkirina jiyanê ye."

Di daxuyaniyê de işaret bi hewldanên qirkirin û tunekirina gelê Kurd hate kirin û hate gotin, "Bi pêngava tevgera azadiyê û fikir û felsefeya Rêber Apo re gel li ser piyan ma û bi berxwedaneke bêhempa li ber qirkirin û bindestiyê rabû. Bi rengê biharê û jinûve jiyanê, 50 Newroz têne pîrozkirin. Gelê Kurd bi saya tevgera azadiyê rêya xwe nas kiriye û di berdêla wê de têdikoşe."

Di daxuyaniyê de Newroz li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya cîhanê, li sazî, dezgeh û bi taybetî jî malbatên şehîdan, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Herî dawî ji bo pîrozbahiya 21'ê Adarê ya li Girê Miştenûrê jî banga tevlîbûnê hate kirin.