Rojava ti carî dest ji Newrozê berneda

Li Sûriyeyê jî pîrozkirina Newrozê bi salan qedexe bû. Gel dest ji Newrozê berneda û bi Tevgear Azadiyê re veguherand roja berxwedanê. Bi şoreşê re Newroz êdî bi rengekî azad tê pîrozkirin.

Yên ku guh nedan zext, qedexe û êrîşên rejîma Baasê, Newroz bênavber pîroz kirin. Newroz bi agirê Mazlûm Dogan re li Rojava jî jinûve bû xwedî cewhera xwe ya berxwedêr. Niha jî li dijî mêtingerî û dagirkeran weke kombûna mezin a gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê pîrozkirin.

Mîna li Tirkiyeyê pîrozkirina Newrozê li Sûriyeyê jî demeke dirêj qedexe bû. Di vê oxirê de gelek kes hatin qetilkirin. Li Şamê di sala 1986'an de bi hezaran Kurd daketin qadan ji bo Newrozê pîroz bikin, lê belê hêzên rejîmê êrîş kirin û Silêman Adê şehîd xistin. Piştî qetilkirina Silêman Adê, hêrsa gel zêde bû û berxwedanê dewam kir. Navber ji pîrozbahiyên Newrozê re nehate dayin. Ji ber vê yekê jî rejîma Baasê di sala 1988'an de 21'ê Adarê weke Roja Dayikan bi rengekî fermî kir betlane. Hate qedexekirin ku di 21'ê Adarê de ji bilî vê yekê çalakiyeke din neyê kirin. Salek piştî êrîşa li Şamê li taxa Haydariye ya helebê di pîrozbahiyên Newrozê de gelek kes hatin girtin û ew xistin zindanê.

Rejîma Baasê piştî serhildana 12'ê Adara 2004'an zexta li ser mirovên ku Newroz pîroz dikirin girantir kir. Li gel van zextan jî ji 12'ê Adarê heta 21'ê Adarê gelê Qamişloyê li Qada Şehîd Xebat a li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê bi rengekî bi heybet Newroz pîroz kir. Girseya gel bi saetan dirûşm qîriya û stranên şoreşgerî got. Newroz li dijî rejîma Baasê kir serhildan.

Rejîma Baas sala 2008'an di Newrozê de êrîş bir ser mirovên ku li ber mala xwe li Qamişloyê bi şev agir dadan û 3 ciwanên din qetil kir.

Êrîşa rejîmê di sala 2010'an de vê carê li Reqayê pêk hat. Hêzên rejîmê êrîş birin ser pîrozbahiyên Newrozê yên li Reqayê û du ciwan û jinek qetil kirin, bi dehan kes jî birîndar kirin. Heman salê li Heleb û Şamê di pîrozbahiyan de bi hezaran Kurd hatin girtin, yên hatin girtin jî li dadgehên leşkerî hatin darizandin.

BI ŞOREŞA ROJAVA RE NEWROZ

Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser, gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî girseyî dest bi pîrozkirina Newrozê kirin. Newroz di sala 2014'an de bi dirûşma 'Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, modela demokratîk a li Sûriyeya pirreng e' hate pîrozkirin. Piştî bi salekê li Hesekê di şeva Newrozê de du êrîş hatin kirin. Di encamê de 53 kesên ji Hesekê jiyana xwe ji dest dan, 130 kes jî birîndar bûn. Bi hezaran kes tevlî merasîma veşartina şehîdan bûn û nîşan dan ku bi êrîşan berxwedan û îrade nayê şikandin.

Newroz di sala 2016'an de bi dirûşma 'Ji Rojava ya Azad heta bi Sûriyeya federal a demokratîk' hate pîrozkirin.

Di Newroza 2017'an de piştî ku rojhilatê Helebê ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, yekemcar Newroz hate pîrozkirin. Yekîtiya neteweya demokratîk a şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate destnîşankirin.

Di Newroza 2018'an de ku di bin bandora dagirkirina Efrînê de derbas bû, girseya gel peyama 'Berxwedana xelkê Efrînê wê bibe Newroza gelan' dakete qadên Newrozê. Piştî bi salekê li qadên Newrozê işaret bi tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hate kirin û dirûşma 'Bi ruhê Newrozê em tecrîdê bişikînin û Efrînê azad bikin' deng veda.

Di sala 2020'î de şewba global bi bandor bû, Newroz bi komên biçûk hate pîrozkirin. Li bajarên Rojava hemûyan agir hate dadan, li dora wê govend hate gerandin û dirûşm hate qîrîn.

Sala 2021'ê pîrozbahiyên Newrozê bi coşeke mezin pêk hatin. Hate destnîşankirin herêmên dagirkirî wê bi ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî bêne rizgarkirin û Newroz bi dirûşma 'Bi ruhê berxwedana Newrozê em dagirkeran têk bibin' hate pîrozkirin. Par jî girseya gel 'Dem dema azadiya Ocalan e' qîriya.

NEWROZ PIŞTÎ SALA 1982'AN GUHERÎ

Nivîskar Melevan Resûl ji ANF'ê re qala pîrozbahiyên Newrozê yên li herêmê û guhertina wê kir. Melevan Resûl anî ziman ku Newroz di salên 1980'î de bi wateyên cuda dihate pîrozkirin û got, "Wê demê ez hîn zarok bûm. Gel mîna pîknîkê li Newrozê dinihêrî. Pîrozbahiyeke welê bû ku mirov li hev kom dibûn û mîna şahiyekê lidar dixistin. Partiyên siyasî jî weke rojeke vejîn an jî serhildanê nedidîtin. Sala 1980'î yekemcar ji aliyê Partiya Pêşverû ve hate pîrozkirin, lê belê tenê daxuyanî dan. Bi temamî mîna pîrozkirina bi pîknîkê bû."

Melevan Resûl diyar kir ku di sala 1982'an de pîrozbahiya Newrozê guherî û got, "Piştî ku Mazlûm Dogan li zindana Amedê bedena xwe da ber agir, vê yekê bandoreke mezin li Rojavayê Kurdistanê kir. Bi taybetî wê demê li herêmê pêleke şoreşgerî hebû. Tevgera Azadiyê li Rojava jî dest bi kar kiribû. Tevlî nava gel bûbû. Mazlûm Dogan li nava gelê Rojava bû ruhê raperînê. Newroz li ruhê berxwedanê vegeriya û 'Berxwedan jiyan e' li Rojava veguherî dirûşma Newrozê. Gel ji cejna bi pîknîkê dihate pîrozkirin gihîşt rastiya cejna vejînê."

RUHÊ RAPERÎNÊ MEZIN BÛ

Melevan Resûl anî ziman ku piştî sala 1982'an gelê ku bi Tevgera Azadiyê ya Kurd ve dilsoz bû hêdî hêdî dest bi avakirina komên govend, şano û muzîkê kir û wiha dewam kir, "Sal bi sal berfireh bû. Ji Dêrikê heta bi Efrînê weke cejna vejînê pîrozbahî hatin lidarxistin. Bi taybetî şehadetên li Bakurê Kurdistanê bandoreke mezin li gel dikir. Dibû sedem ku hêrsa gel mezintir bibe. Ji herêmê tevlîbûn li nava refên gerîla çêbûn. Govenda dihate gerandin, stranên dihatin gotin dibûn tilîliyên tolhildanê. Bi vî rengî agirê Newrozê gur bû. Êrîşên rejîma Baasê jî wê demê zêde bûbûn. Mirovên ku Newroz pîroz dikirin, tengav dikirin. Her wiha gelek kes ji ser dikê hatin daxistin û dibirin cihekî nediyar e. Bi dehan mînakên bi vî rengî hene, lê ruhê raperînê bi kêliyekê jî ranewestiya."

LI XÛTA YA ROJHILAT JÎ HATE PÎROZKIRIN

Melevan Resûl bi bîr xist ku Silêman Adê yê ku sala 1986'an bi êrîşekê hate qetilkirin li Rojava şehîdê destpêkê yê Newrozê bû, di sala 2010'an de rejîmê êrîş bir ser pîrozbahiya Newrozê ya li Reqayê û anî ziman ku bi Mutabaqata Edeneyê re ya  navbera Tirkiye û Sûriyeyê hate îmzekirinü, pêvajoyeke nû destpê kir. Melevan Resûl bi dewamî got, "Ji bo gelê me pîrozbahiyên Newrozê ti carî nesekinîn, her sal li gorî salek beriya wê hîn bi coş û bi heybet hatin lidarxistin. Bi Mutabaqata Edeneyê re ya sala 1998'an tundî, zext û destgîrkirin zêde bûn. Kesên ku kincên Kurdî li xwe dikirin kincên li ser wan dihatin qetandin, kesên ku rengê kesk, sor û zer dixistin destê xwe, kincên bi wî rengî li xwe dikirin, tundî li wan dihate kirin û piştre jî dihatin zindanîkirin. Gelek kes bi vî rengî hatin windakirin. Di 12'ê Adara 2004'an de zext, tundî veguherî komkujiyê. Bi komkujiyê şîn nehate girêdan, qîrîna tolhildanê bilind bû. Newroz bi ruhê berxwedan û serhildanê yê 12'ê Adarê di sala 2004'an de hate pîrozkirin."

RUHÊ NEWROZÊ BI ŞOREŞÊ GIHÎŞT ASTA HERÎ BILIND

Melevan Resûl destnîşan kir ku bi Şoreşa Rojava re ne tenê gelê Kurd gel hemû bi çanda xwe gihîştin azadiyê û got, "Gelan, netewe, ol û civakê cejna xwe bi rengekî azad pîroz kirin. Di sala 1982'an de berxwedana Mazlûm Dogan bi 19'ê Tîrmehê re gihîşt asta herî bilind, bû destpêka saleke nû û nîşaneya berxwedanê."