‘Cejna Newrozê, cejna tevahiya gelê Rojhilata Navîn e’

Kamerevan Ebdîn Hisên Ehmed diyar kir ku, di salên 90’yan de tevî siyaseta rejîmê ya zextê jî gel cejna Newrozê bi coşek mezin pêşwazî dikir û got “Cejna Newrozê, cejna tevahiya gelên Rojhilata Navîn e.”

Kamerevan Ebdîn Hisên Ehmed (Ebidîn Dîcle) yê ji gundê Ereba ya girêdayî navçeya Mabeta ya Efrînê têkildarê girîngiya xebata xwe û wateya Newrozê axivî. Ehmed diyar kir ku, ew bi saya keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê gihiştine vê astê û wiha got, “Di sala 1992’an de dema me nû dest bi xebata kamerevaniyê kir, di destê me de wênekêşek biçûk hebû. Ji sala 1986’an ve me Tevgera Azadî nas kiribû û li ser vê esasê girêdana me çêbibû. Ji ber sekin û helwesta kadroyên tevgera azadiyê, girêdana gel her diçû zêde dibû. Di wê demê de, dema min dest bi xebatê kir, komên Kurdî ên stranan wek koma Agirî û gelek komên cuda hebûn. Ev kom di dawetan de derdiketin ser dikê, stran digotin, govend digerandin û şano pêşkêş dikirin. Eleqeyek mezin a gel li hemberî van koman hebû, mirov nikare bi çend hevokan wan hestan bi lêv bike.”

Ehmed anî ziman ku, di salên borî de Newroz tevî siyaseta rejîmê yê zextê jî, ji aliyê gel ve bi coş dihate pîroz kirin û wiha qala wê pêvajoyê kir, “Ji bo amadekariya Newrozê beriya çend rojan hevalên komîteyê amadekar, em agahdar dikir. Me li cihekî nêzî qada Newrozê bi cih dikirin. Beriya Newrozê bi rojan qada Newrozê dihate amadekirin û ji bo ewlehiya gel tevbîr dihate girtin. Bi hezaran endamên disiplînê û komîteya amadekar endamên çand û hunerê di malan de bi cih dikirin û ji wan re saeta derketina wan ji bo parastina qadê Newrozê diyar dikirin. Li aliyê din amadekariya dika Newozê dihate kirin. Bi hezaran welatî bi berzkirina dirûşmeyan diherikîn qada Newrozê. Kamerevanên wê demê ji bo ewlehiyê ser rûyê xwe digirtin, da ku ji aliyê dewletê ve neyên astengkirin.”

Ehmed Newroza 2004’an a ku piştî serhildana Qamişloyê pêk hat bi bîr anî û wiha dewam kir, “Dewlet ji ber serhildana Qamişloyê xwest pîrozbahiya Newrozê jî asteng bike. Ji ber berxwedan belavî hemû bajarên Qamişloyê bûbû. Lê gel xwedî li şehîdên xwe derket û tevî êrîşên provakatîf me Cejna Newrozê pîroz kir. Newroz bi amadekariyek xurt û coşek mezin hatibû pîrozkirin.”

Ebdîn Hisên Ehmed qala pîrozbahiyên Newrozê yên piştî Şoreşa Rojava kir û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Newrozên ku di salên 1990’yan de dihate lidarxistin, hemû pêkhateyên gel beşdar dibûn, ne tenê gelê Kurd bûn. Hin caran hunermendên ji pêkhateyên din jî beşdar dibûn û stranên xwe ser dikê pêşkêş dikirin. Piştî şoreşa Rojava û projeya Netewa Demokratîk, hemû pêkhate bi ziman, nasname û rengên xwe beşdarî Newrozê bûn. Êdî zanin ku Newroz ne tenê cejna Kurdan e, cejna hemû gelê Rojhilata Navîn e.”