Agirê Newrozê li Eyn Îsayê hat vêxistin: Em ê Rêber Apo azad bikin!

Şêniyên Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî Newroz pîroz kirin û ev peyam dan: “Em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin.”

Pîrozbahiya Newrozê ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Kantona Girê Spî ve li Parka Jinê ya Eyn Îsayê hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên navçeyê û koçberên ji Girê Spî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Navçeya Eyn Îsayê li beramberî eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re ye.

Meşaleya Newrozê ji aliyê hevserokên Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebid û Fedîla Mihemed û cîgirê wan Hezai Mihemed ve hat vêxistin. Piştre hevserokên meclisa kantonê bi xêrhatina beşdaran kir û Newroz pîroz kir.

Fedîle Mihemed got: "Bi saya fedakariyên şehîdan em bi aramî, aştî û azadî dikin û Cejna Newrozê, cejna serketina li hemberî zilmkaran pîroz dikin."

Fedîle Mihemed Newroza îsal bi ruhê berxwedêrên leheng ên ku ji bo jiyaneke azad canê xwe dane, tê pîrozkirin.

Fedîle Mihemed di dawiya axaftina xwe banga xurtkirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir.

Piştre komên Hîlala Zêrîn, Şehîd Botan, Şehîd Berçem, Şehîd Hogir û Koma Şehîd Gîvara stran û dîlan pêşkêş kirin.