‘Me bi PKK'ê re ruhê Newrozê yê rast hîs kir’ - 2

Piştî Tevgera Azadiya Kurdistan û PKK'ê hat herêma Efrînê, gelê Kurd ên Efrînê bi ruhê Newrozê yê rast hîs kir û cara yekem bi kom û civak pîroz kirin.

Piştî ku salên zuha li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê derbas bû gelê Kurd yekem car cejna Newrozê û kelecana Newrozê hîs kir û di sala 1985'an de li herêma Kitix a navçeya Mabata ya Efrînê bi awayek komî pîroz kir. Têkildarî vê yekê endama TEV-ÇAND’ê ya herêma Efrînê Emîne Zênkî û yek ji şêniyan Henan Sîdo axivîn.

Emîne Zênkî diyar kir ku yekem car di dîroka nûjen de Newroz bi rengekî komî li Efrînê, di sala 1985'an de li herêma Kitix a girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê hat pîrozkirin û wiha got: “Di wê Newrozê de bi derbasbûna hunermend Mihemed Şêxo hemû gelê Cizîr, Kobanê, Heleb û Şamê jî derbasî Efrînê bûn û cejna Newrozê bi coşeke pir mezin pîroz kirin. Her wiha ji ber ku di wê demê de rejîma Baas dewleta Sûriyê bi rêve dibir, gelek pirsgirêk derxisitin. Di navbera polîsên rejîmê û ciwanên Kurd de gelek şer çêbûn. Lewma Serokomara Sûriyê wê demê Hafêz El-Esed ji bo wê tevgerê bitepisîne û nehêle ku Kurd çalakiyên xwe zêde bikin; 21'ê Adarê di her salê de weke rojeke fermî ya Cejna Dayikê îlan kir û ew roj li Sûriyê kir betlaneyeke fermî.”

'BI SAYA PKK'Ê KURAHIYA NEWROZÊ HAT NASKIRIN'

Emîne Zênkî ragihand ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê zanî ku Cejna Newrozê cejneke netewî ye û aliyên wê yên siyasî hene û ev tişt got: “Piştî wê komên Newrozê ji bo şahiyê hatin avakirin. Di heman demê de tevgera Apoyî derbasî herêma Efrînê bû û bi rola avakirina koman rabû. Hevalek bi navê Selîm derbasî herêmê bû, ew heval derbasî nav malên ku kesên deng xweş tê de hene bû û weke komên stran, govend û şanoyê ji bo Newrozê amade kir. Di wê demê me xwe li ser staranên koma Berxwedan û hozan Şivan Perwer perwerde dikir. Di wê demê her 10 roj me provayên xwe dikirin. Proveyên me li malên welatparêzan û bi dizî dihatin kirin.”

'NEWROZA HERÎ BI COŞ LI EFRÎNÊ YA SALA 86'AN BÛ'

Emîne Zênkî ragihand ku yekem Newoza bi coş û mezin bi rêxistinkirina PKK'ê li Nebî Horî ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê di sala 1986'an de hat pîrozkirin û got: “Di wê demê de ERNK hatibû demezrandin, ji ber ev gotin li ser me nû bû bi rastî me nedikarî bilêv bikira. Di wê demê de Şehîd Selîm dirûşmeyên bijî kirina ERNK'ê bang dikir, lê ew dirûşme ji aliyê gel ve nedihat berzkirin. Ji ber dijwariya bilêvkirina wê ya li ser gel. Lê piştî wê gelek pêşketin çêbûn û bi kelecaneke mezin gel dirûşmeyên cuda cuda bang dikir. Li Helebê Koma Agirî û li Efrînê koma Engîzek hate demezrandin.”

'BI DERFETÊN HERÎ KÊM NEWROZ SERKEFTÎ DERBAS BÛ'

Endama TEV-ÇAND’ê ya herêma Efrînê Emîne Zênkî qala zorî û zehmetiyên wê demê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ew sehn bi textan dihatin çêkirin. Her kesê ku karîba bi amûrên destê xwe aîlkarî dikir, ji bo ku em Newrozê serkeftî derbas bikin. Kesê ku nekarîba alîkariyeke madî bikira parastina herêma ku wê Newroz lê bihata kirin, dikir. Em dikarin bêjin ku bi hevkariya gelê Kurd hemû me dikarî ew Newroz derbas bikira.”

Henan Sîdo jî li ser Newrozên despêkê axivî û wiha got: “Di sala 1985'an de Newroz bi şêwazeke Fermî li Efrînê dihatin lidarxistin û komên govend û stranan jî têde cih digirtin. Israr û coşa gel di wê demê de dibû sedem ku hunermend xwe bi hemû hêza xwe bi rêxistin bike da ku derkeve ser dikê û ji gelê xwe re stranên gelêrî pêşkêş bike. Tirsa dewletê ji kombûna gel hebû ji ber ku gel hemû ber bi hev re Newroz pîroz dikir. Pêwîstiya gel bi pêşengekî hebû ku tirsê derbas bike. Hunermendên Kurd dihatin girtin, lêpirsînkirin û êşkencekirin. Lê dîsa jî dema ew gel bi wê coşê Newroz pîroz dikirin, hunermend hemû xeterî dida pêşiya xwe û derdiket ser dikê. Di sala 1986'an de bi sekn û rêxistin kirina gel, hunermed û grupên hunerî di wê demê de bû gavek.”

DESPÊKA DERKETINA TEVGERA AZADÎ

Sîdo bilêv kir ku di wan deman de dihate gotin ku rêxistinek li Bakurê Kurdistanê derketiye bi navê Apocî tên naskirin û wiha domand: “Wan li hemberî kesên xayîn û desthilatdar têkoşîn dikir. Dema min refa nehemîn dixwend hin mirovên me bûn mêhvanên mala me û du kesên din bi wan re bûn. Wê demê gotin ku ev heval in ji Bakurê Kurdistanê hatine Bandoreke partiyê li ser me hate çêkirin bi taybet di wê demê de berxwedaniya zîndana Amedê destpê kiribû û pirtûkên wan hevalan ji me re dihatin me xwendin.”

AVAKIRINA KOMA ENGÎZEK

Henan Sîdo da zanîn ku di sala 1988'an de koma Agirî hate avakirin û wiha pêde çû: “Di wê pêvajoyê de ew kom roleke mezin lîst û di nav gel de bandora xwe çêkir. Hevalan got ku divê hunermend xwe bi rêxistin bikin. Koma bi navê Ararat li navçeya Cindirêsê hate avakirin. Piştî wê hate xwestin ku komeke giştî bi navê Efrînê were avakirin. Di sala 1989'an de koma Engîzek hate avakirin di nav gel de vê komê gelek xebat kir. Ji ber defetên kêm perwerde bi awayeke veşartî dihate kirin. Piştî ku derdiketin pîrozbahiyan an jî şahiyan, piştî wê bi mehan nedikarîbûn çûbana malê ji ber dewletê. Lê ruxmê ku dewlet ewqas astengî li pêşiya me çêdikir jî, em timî bi coş bûn.

Piştî ku Rêber APO hat dîlgirtin rewş hinek hat guhertin û dewletê astengiyên xwe zêdetir kir. Lê bi alîkariya gel em ne diketin destê wan. Pişt wê pêvajoyê rewş zehmetir bû her tişt bi carekê hat qedexekirin. Di pêvajoya serhildana Qamişloyê de jî asta zextan zêdetir bû. Ji ber wê yekê kar û xebatên koman hatin rewastandin. Heta astekê di wê alî de bandoreke mezin li ser me kir. Lê tevî vê yekê jî asta Newrozê bi coştir bû û ev pêvajo heta Şoreşa 19'ê Tîrmehê berdewam bû.”