Li Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo Efrînê meş hatin lidarxistin

Li Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi wesîleya salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê, meşên protestoyî hatin lidarxistin.

Bi boneya salvegera 5ʹemîn a dagirkirina Efrînê, şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê meşiyan. Şêniyan destnîşan kirin ku ji bo rizgarkirina Efrînê pêwîstî bi yekitiyê heye.

TEBQA

Şênî, rûspî, malbatên şehîdan, Dayikên Aştiyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ji Qada Taxa El Ewel a bajarê Tebqayê heta Çerxerêya Meyselûn a li Taxa El Sanî meşiyan. Li çerxerêyê rûpiyê êla El Welda Hamid El Ferec axivî û got: “Em li vir kom bûne da ku dagirkirina Efrînê ya  ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar bikin. Em soz didin xelkê Efrînê ku em ê warê zeytûnê yê dagirkeran rizgar bikin.”

REQA

Li Reqayê jî şênî, endamên saziyên sivîl, rûspî, endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya, partî bi dirûşmên “Bi hevgirtin û berxwedana xwe em dê Efrîn bikin goristana dagirkeran, na ji dagirkirina Efrînê re, em malbatên şehîdan parçekirina Efrînê û xaka Sûriyeyê red dikin” meşiyan.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Giştî destpê kir û heta Qada Îtifaiyê berdewam kir. Li wir, hevserokê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Feysel El Salim axivî û got: “5 sal in kuştin, koçberkirin, revandin, şantajkirin, talankirin û qutkirina daran berdewam e. Dixwazin vîna Efrîniyan bişikînin ji bo wê demografiya wê diguherin û nasnameya şêniyên wê yên resen diçewisînin. Ev rêgeza toranî ya dewleta Tirk a dagirker e.”

El Salim soza rizgarkirina Efrînê û hemû herêmên dagirkirî da.

Her wiha di mîtîngê de de hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê şêx Mihemed Nûr El Zîb axivî û got, Efrîn bajarê aştiyê û erdnîgariya Sûriyeyê ye û dê bajarê resen bimîne.”

ROJAVAYÊ DÊRAZORÊ

Li rojavayê Dêrazorê jî şênî ji çerxerêya bajarokê El Kesra heta avahiya Meclisa Herêma Xerbiye meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Rehê dilê jina efrînî di koka darên zeytûnan de ye", alên QSD û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Meş li ber avahiya avahiya Meclisa Herêma Xerbiye sekinî. Li vir Hevseroka Meclisa Herêma Xerbiye ya Dêrazorê Şeyma El Şêx daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de soza şopandina têkoşîn û berxwedanê heta rizgarkirina axa dagirkirî hat dayîn.

HECÎN

Bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl, rûspî ji pêşiya avahiya Meclisa Herêma Şerqiye (Rojhilat) ya bajarokê Hecînê dest bi meşê kir. Girse şaxên darên zeytûnan û wêneyên zarokên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de şehîd bûne, hildan.

Piştî ku meş rawestiya, endamê Meclisa Herêma Şerqiye Selah El Selman daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û êrîşên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku berpirsyariyên xwe li hember sûc û êrîşên dewleta Tirk a dagirker bîne cih.