‘Divê Neteweyên Yekbûyî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê bibîne’
Hevserokê Yekîtiya Parêzerên kantona Efrîn û Şehbayê Cebraîl Mistefa destnîşan kir divê Neteweyên Yekbûyî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê bibîne û helwestê nîşan bide.
Hevserokê Yekîtiya Parêzerên kantona Efrîn û Şehbayê Cebraîl Mistefa destnîşan kir divê Neteweyên Yekbûyî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê bibîne û helwestê nîşan bide.
Hevserokê Yekîtiya Parêzerên Herêma Efrîn û Şehbayê Cebraîl Mistefa têkildarê binpêkirinên hiqûqî yên li Kantona Efrînê ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê derketine holê ji ANF’ê re nirxand.
Cebraîl Mistefa êrîş û planên dagirkirina Kantona Efrînê bi bîr xist û ev tişt got, “Di dema êrîşa hovane ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê de, rûreşiyeke Rûsya û Îranî di derbarê herêmên kêmkirina rageşiyê yên ku di sala 2017’an de li Astanayê li ser li hev kiribûn, pêk hat. Weke tê zanîn jî herêmên kêmkirina rageşiyê ji bo parastina sivîlan û astengkirina şerê çekdarî ne. Lê dema ku biryarek wiha li Astanayê hat girtin, herêma Efrînê herêmek ewle bû. Lê piştî ku ev biryar hat stendin û ji ber berjewendiyên siyasî yên di navbera Rûsya, Tirkiye, Îran û hikûmeta Şamê de, Rûsyayê destûr da ku qada hewayî ji balafirên artêşa Tirk a dagirker re li esmanê Efrînê bê vekirin. Her wiha Îran qerta civaka navdewletî ji ber ku endamê Netewên Yekbûyî ye bi kar neanî û hikûmeta Şamê jî ji destpêka êrîşan ve û heta niha nerazîbûna xwe nîşan neda û bêdeng ma. Ev jî asta rûreşiyê wê nîşan dide û diyar dike ku hikûmeta Şamê di binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê hevkar e. Ji ber ku hikûmeta Şamê hîn dewleteke fermî ye û rewabûna xwe heye û endamê Netewên Yekbûyî ye. Dikaribû biketa tevgerê û daxwaza civîneke awarte ji Encûmena Ewlekariyê bike û êrîşa li ser herêma Efrînê wek tawaneke şer bihesibîne.”
Cebraîl Mistefa anî ziman ku ji dema dagirkeriyê û heta niha dewleta Tirk a dagirker hemû tawan û binpêkirinên dijmirovî li dijî Kantona Efrînê pêk aniye û wiha dewam kir, “Ev tawan û binpêkirin li gorî agahiyên Rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan, wek qirkirin û tawanên li dijî mirovahiyê tên dîtin. Ji wan rêxistinên ku kar dikin û xwedî rol û bandor in di Netewên Yekbûyî de, Komîteya Lêkolîna Navdewletî ya Serbixwe ya li Sûriyê ye, ku raportên xwe dem bi dem pêşkêş dikin. Di hemû raporên xwe de teqez dike ku binpêkirinên li Efrînê digêjin asta tawanên şer, qirkirin û tawanên li dijî mirovahiyê. Wek hiqûqnas û çalakvanên mafên mirovan, di encama lêkolîna me ya li ser raporên rêxistinên navdewletî, bi taybetî Komîteya Lêkolîna Navdewletî ya Serbixwe ya li Sûriyeyê, em dibînin ku raporên wê bê pîvan û peymanên qanûnî û mafên mirovî yên girêdayî belgekirinê, tê de tune ne. Ji ber vê yekê, eger em behsa peymanên navneteweyî, bi taybetî peymanên Laheyê yên sala 1907’an bikin, ku di xala 42'an de wateya dagirkeriyê şîrove dike, dibêje dema ku hemû saziyên rêveberî û desthilatdariyê vedughêze dewleta şerker (yê ku şer aniye ser dewleta din) wê demê dagirkerî çêdibe. Û eger em li ser erdê binêrin, piştî dagirkirina herêma Efrînê hemû saziyê rêveberiyê veguhezî ji dagirkeriya Tirk re ji ber wê hemû kiryar û binpêkirinên ku niha li Efrînê tên kirin Tirkiyê tawanê wê radike. Lê li gorî raporên Komîteya Lêkolîna Navdewletî ya Serbixwe ya li Sûriyeyê hemû tawanan li ser pişta dewleta Tirk radike û davêje ser komên çete yên ku niha girêdayî dewleta Tirk e. Eger em xwe bispêrin bingeh û pîvanên qanûnî û li gorî qanûn û peymanên navdewletî çeteyan pênase bikin, em dibînin ku wesfê çete li ser kesên ku li bajarê Efrînê ne, tê pêkanîn. Ev jî tê wateya ku hemû kiryarên li dijî xelk, xweza û şûnwarên Efrînê wê bê ceza bimîne.”
Mistefa bal kişand ser guhertina navê komên çeteyan û wiha domand, “Bûyera çend roj berê qewimîn, gotinê me îfade dike, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navên gelek komên çete guherîn. Ji bo ji qanûnên navdewletî werin azadkirin. Mînaka vê yekê çeteyên Tugaya Saad Bin Ebî Weqqas e ku gundên Merwaniyê, Hêkicê, Senorê û Anqalê yên girêdayî navçeya Şiyê kontrol dikin, herî zêde binpêkirin û her cure sûc lê dikin. Lê bi siyaseta ku Tirkiye û çeteyên wê pê re dimeşin, êdî navê çeteyên Tûgayê Bin Ebî Weqqas nema. Ji ber wê raporên navneteweyî binpêkirinên ku li wan gundan bûye Tirkiyê pê tewanbar nekir, her wiha komê ku ew kiryar kririne jî navê wan jî li ser rûyê erdê nema di dawiyê de kujer bê hesab ma.”
Mistefa diyar kir ku, ev hemû sûcên ku li ser esasê sûcên şer, qirkirin û sûcên li dijmirovahiyê ku Tirkiyê li Efrînê pêk tîne, wê li gorî hiqûqa navneteweyî Tirkiyê bêsûc derkeve. Ji ber ku heya niha Tirkiye weke hêzeke dagirker nayê hesibandin, ji ber wê hemû kiryarên ku li Efrînê tê meşandin ji diziya hemû berhemên kevnar û wêrankirina şûnwarên arkeolojik, birîna bi hezaran daran, revandina sivîlan û her cure tawanê wê kujer bê hesab bimîne û ev jî ji ber têkçûna Neteweyên Yekbûyî û negirtina biryarên cidî ye. Ji bilî van komên çete, nûneratiyeke siyasî jî bi navê opozîsyona niştimanî û hikûmeta demkî heye, me çendîn car daxwaz kir ku li Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî lêpirsîn bikin. Lê heta niha ne raporên navdewletî ne jî rêxistinên navneteweyî ew berpirsyar negirtine.Tirkiye ji van valahiyên qanûnî sûd werdigire. Ji vê metirsîdartir Tirkiye bi pêkanîna guhertina demografî li bajarê Efrînê hewl dide Peymana Millî pêk bîne û ezmûna Îskenderûnê dubare bike. Beriya erdheja ku hem Tirkiye û hem jî li Sûriyê rû da, dewleta Tirk a dagirker bi alîkariya Qeter û Kuweytê zêdetirî 18 niştecih ava kirin û malbatên çete anîn û li Efrînê bi cih kirin. Li gorî amarên ku di destê me de ne, hejmara malbatên çeteyên li Efrînê 900 hezar derbas kiriye, ev jî tê wê wateyê ku li bajarê Efrînê nifûsa çeteyan bi rengekî xeter zêde bûye.
Dema ku civaka navdewletî Tirkiyê weke hêzeke dagirker nebîne, ger Tirkiye jî ji Efrînê vekişe, wê ev niştecih li Efrînê bimînin. Lê eger civaka navneteweyî Tirkiyeyê wek hêzeke dagirker bibîne wê demê piştî vekişîna Tirkiyeyê, wê mudaxele bê kirin û pêşî li guhertina demografik bê girtin.”