Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin bîranîn, berxwedana destanî hate silavkirin

Li 10 bajar û navçeyên Herêma Cizîrê şehîdên Berxwedan Serdemê hatin bîranîn û berxwedana destanî hate silavkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi boneya salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da.

Li Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Tirbesipiyê, Çilaxa, Til Berak, Til Hemîr, Til Temir, Hol û Dêrikê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, meclîsên bajar û navçeyan ve daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniyên ji bo bîranîna şervanên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, hate diyarkirin ku di berxwedana 58 rojan de destanên dîrokî nivîsandine.

Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku di êrîşên dagirkeriyê de her cure çekên qedexe hatine bikaranîn û piştî dagirkeriyê 5 salên dawî jî pêkanînên qirkirinê didomin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berxwedana li dijî êrîşan bi gelek awayan didome. Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ'ê, saziyên mafên mirovan û hiqûqî hate kirin ku li hemberî kiryarên dijmirovî yên dewleta Tirk a dagirker bi berpirsyarî tevbigerin.