Endamê Beşa Helbest, Çîrok û Wêje ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Mihemed Ebdo Misî têkildarî wateya Newrozê ji ANF'ê re axivî.
Mihemed Ebdo Misî ku bi navê Hemê Kobanê jî tê naskirin diyar kir ku Newroz bi xwîna şehîdan geş bûye û got, "Ji 612'an beriya zayînê û vir ve Newroz her tim bûye roja rabûna li ber desthilatdariyê, roja berxwedanê."
Hemê Kobanê bi bibîrxistina destana Kawayê Hesinkar re diyar kir ku ji hingî ve dewletên dagirker ên li Kurdistanê her tim hewl dan vê roja pîroz bikin malê xwe û got, "Her tim hewl dan ji rastiya wê dûr bixînin. Xwestin wateyeke din bidin vê rojê. Ev yek hewldanek ji bo pêşîgirtina li azadiya Kurdistanê bû."
Hemê Kobanê ragihand ku bi agirê bedena Mazlûm Dogan Newroz jinûve geş bû û got, "Mazlûm Dogan Newroz jinûve geş kir. Dema em zarok bûn şeva Newrozê polîs dihatin ji bo Newroz neyê pîrozkirin û agir neyê dadan. Heta sala 1980'î Newroz li Rojavayê Kurdistanê ji ber dagirkeriyê û zilmê nedihat pîrozkirin. Lê belê piştî ku Mazlûman agirê Newrozê geş kirin, civakê ev roj jinûve kir roja rabûna li ber desthilatdariyê."
Hemê Kobanê destnîşan kir ku bi fikrê Neteweya Demokratîk re Newroz hîn bêhtir cihê xwe girt û got, "Bi hezaran şagirtên Rêber Apo rabûn û Newroz li her derê pîroz kirin. Bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin gelê Kurd û Newrozê tune bikin. Lê belê bi saya fikrê Rêber Apo Newroz bêhtir geş bû û fikir û felsefeya Rêbertî jî li cîhanê belav bû."
Hemê Kobanê bi bîr xist ku li gel êrîşên giran ên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her tim rêya berxwedan û têkoşînê tê şopandin û got, "Dagirkeran her tim xwestin ku Kurdan bikin kole û tune bikin. Lê belê bi saya fikrê Rêber Apo Kurdan li ber vê yekê serî rakirine."
Hemê Kobanê herî dawî Newroza 2023'an li gerîla, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadîxwazan hemûyan pîroz kir.