'Bi coşa Newrozê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin'

Şêniyên Kobanê bi wesîleya cejna Newrozê axivîn û gotin, "Em ê bi ruhê berxwedanê û Zîlanan, bi coşa Newrozê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

Şêniyên Kobanê bi wesîleya cejna Newrozê hest û nêrînên xwe bi ANF'ê re parve kirin. Ehmed Reşad cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla, berxwedêrên li zindanan pîroz kir û got, "Ji destpêka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û vir ve 51 sal derbas bûn. Em ê jî bi vê coşê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Em bang li gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê dikin ku bi vê coşê dengê xwe bigihînin hev."

Yazê Edhem jî destpêkê Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîla pîroz kir, ku ji bo hebûnê têdikoşin û got, "Gerîlayên azadiyê ji bo hebûna me li ber xwe didin. Em ê bi vê Newrozê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Mûna Silêman jî Newroz li gerîla û şervanên YPG û YPJ'ê pîroz kir.