'Projeya neteweya demokratîk agirê Newrozê geştir kir' -3
Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengê xwe beşdarî Newrozê bûn û bi rengekî azad pîroz kirin.
Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengê xwe beşdarî Newrozê bûn û bi rengekî azad pîroz kirin.
Têkildarî Newrozên piştî pêkhatina Şoreşa 19'ê Tîrmehê endama TEV-ÇAND’ê ya herêma Efrînê Emîne Zênkî û yek ji şêniyên Efrînê Henan Sîdo ji ANF'ê re axivîn.
Henan Sîdo behsa Newrozê piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê kir û got: ''Piştî ku şoreşa 19'ê Tîrmehê destpê kir, tevgera çand û huner yekem xwe di nav gelê xwe bi rêxistin kir û xwe mezin kir. Her wiha li hemû navçe û bajaran navendên xwe ava kirin ta ku her kesî ku aşiqê çand û hunera Kurdî ne pêşwazî bikin. Ji ber wê tevgera çand û huner bû hêzek di nav gel de û herikî. Lewma li hemû qadên tevgera çand û hunerê provayên Newrozê yên bi coş pêk hatin. Bi şev û roj provayên Newrozê dihatin kirin ku Newrozeke rêxistinkirî karibe bê pîrozkirin û pêşkêşî cîhanê bê kirin
Yekemcar piştî salên veşartî, Newroz bi rengekî serbest dihate pîrozkirin. Tu peyv nikare hestên me di wê demê de vebêje. Gelek stranên wê demê yên şoreşgerî di Newrozê de ahtin gotin, bûn stranên navdar û niha li gelek şahî û çalakiyan têne gotin."
Emîne Zênkî jî qala derfetên piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê yên ji bo Newrozê kir:
"Piştî şoreşa Rojava, derfet û mecalên me heya astekê zêde bû, lê vê carê astengiyên ku li pêşiya me derdiketin ew bû ku me nikarî bi rengê akademî stran bigotina û muzîk lêxistina. Ji ber sedema ku me di şert û mercên herî zehmet de proveyên xwe didîtin. Em bi rengekî xwezayî derdiketin ser dikê û stranên xwe digotin. Lê niha em di perwerdeyên solfêj û gelek perwerdeyên din ên dengan derbas bûne û li gorî wê em niha derdikevin ser dikê.
Tevî ku îmkanên niha ji yên berê bêhtirin, em niha dibînin ku ciwanên me ruhê ku berê di me de hebû di dema niha de li cem wan nîne. Ji ber wê ez wan rexne dikin. Li gorî ku demên berê dema me cihê xwe di nav komên Newrozê de digirtin derfet gelek kêm bûn. Li kêlek wê zexta rejîmê jî gelekî giran bû, lê kelecan û coşa li gel me hemû sînor dişkandin û me Newroza xwe bi serketî pîroz dikir."
Emîne Zênkî herî dawî behsa Newrozên piştî koçberiyê kir û wiha got: "Di Adara 2018'an de derbasî herêma Şehba bûn. Tevî êşa koçberiyê û zehmetiyên wê dîsa agirê Newrozê hate pêxistin û Newroz hate pîroz kirin. Ji ber Newroz ji bo gelê Kurd pîrozbahiyeke neteweyî ye. Ji bo wê di wê salê de Newroz hate pîrozkirin, ji ber ku divê gelê Kurd li hember dijmin xwe bike yek dest û derbasî ku derê bû her tim ava bikin."