YPG: Bi ruhê karker em ê azad bikin

Fermandariya Giştî ya YPG’ê Fermandarê Berxwedana Serdemê Karker Êrîş bi bîr anî û got “Em ê bi ruhê Karker azad bikin.”

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û di salvegera 5’emîn a şehadeta wî de Fermandarê Berxwedana Serdemê Karker Êrîş bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em salvegera şehadeta Fermandarê cengên giran, hevrê Karker Êrîş ku di 18’ê Adara 2018’an de tevlê karwanên nemiran bûbû, pêşwazî dikin. Fermandar Karker yek ji pêşengên Şoreşa Rojava û fermandarê Berxwedana Serdemê ya bajarê Efrînê bû. Bi boneya şehadeta fermandar Karker, em tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya şopandina rêya wan nû dikin.

Gelê Kurd ev sed sal in di bin zext û zordariya çar dewletan de ye û ji wan bi taybet dewleta Tirk a dagirker dijminekî sondxwarî yê gelê me ye. Ji bo jiholêrakirina hebûna gelê Kurd, tiştekî ku nekir nema. Ji qirkirina fîzîkî bigre heya bi qirkirina çandî, siyasî û psîkolojîk, bi rê û rêbazên herî hovane êrîşî rastiya gelekî ku li hebûn û azadiya xwe digere, kir. Lê li hember van hemû zext û êrîşên qirkirinê gelê Kurd li ser felsefeya Rêber Apo bi keç û xortên xwe yên egîd re têkoşîneke mezin dan meşandin. Ev têkoşîn, têkoşîna hebûn û azadiyê ye.

Bêguman di vê meşa giranbiha a têkoşîna me ya azadiyê de gelek leheng derketin, her yek ji van lehengan ji bo gelê xwe bûn sembol û mohra xwe li dîrokê dan. Ji xwe nîşaneya civakeke azad jî derketina kesayetên ku xwe fedayê civaka xwe kirine. Fermandarê cengên giran, hevrê Karker,  yek ji wan lehengan e ku ji nav rastiya gelê xwe yê şerker û azadîxwaz derketiye. Ji wê ye ku heya hênaseya xwe ya dawî bê teredut, bê ku yek gav paşde bavêje, canê xwe li hember hêzên dagirker kire mertal. Bi vê helwesta xwe ya dilwêrek, ji dost û dijminê xwe re sekna rasteqîn a milîtanên Rêber Apo nîşan da. Ji ber wê ye ku dema qala Berxwedana Serdemê ya Efrînê tê kirin, yekser rêheval Karker tê bîra me. Tevahî gelê Efrînê heya roja îro jî qala milîtanî û lehengiya fermandar Karker Êrîş dikin.

Hevrê Karker wek fermandarekî YPG yê dilsoz, bi bîr û baweriyeke mezin li hemberî duyemîn artêşa NATO, heta li hemberî teknîka giran a NATO bi xwe mil bi mil li gel şervanên xwe şer kir. Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete û bi desteka mezin a NATO’yê êrîşê bajarê Efrînê kir. Di wateya rasteqîn de şervanên me yên YPG’ê bi pêşengiya Fermandar Karker û Fermandar Rosyar de mohra xwe li Destana Serdemê dan. Bi vê lehengiya xwe gelê me yê Efrînê ji êrîşên qirkirinê parastin, erk û berpirsiyartiya xwe ya şoreşgerî bi cih anîn. Di vê wateyê de fermandar karker bû mînaka xeta serketinê ya serdema nû.

Bêguman şehîdên me nirxên pîroz ên gelê me ne û xetên stûn ên şoreşê ne. Em Fermandariya Giştî ya YPG’ê, em di şexsê rêhevalê xwe fermandar Karker de tevahî şehîdên Berxwedana Serdemê û giştî şehîdên şoreşê bibîr tînin û em soz didin gelê xwe ku em ê bi ruhê fermandar Karker, Rosyar, Avesta, Barîn û Îlanan, di serî de Efrînê tevahî herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin.  Em ê di vê sedsala 21’emîn de azadiya gelê xwe misoger bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin.”