Li Rojava agirê Newrozê hat vêxistin - HATE NÛKIRIN - I

Bi hezaran kesên ku agirê Newrozê li Rojava vêxistin, peyama “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Abdullah Ocalan rizgar bikin û dagirkeriyê têk bibin.“

Li Minbic, Dêrazorê, Hesekê û Qamişloyê agirê Newrozê hat vêxistin.

MINBIC

Şêniyên Minbicê şahiya Newrozê bi dirûşma “Bi giyanê berxwedana Newrozê em dê Rêber Ocalan rizgar bikin û dagirkeriyê têk bikin” li dar xist. Di pîrozbahiya Newrozê ji bo giyanê şehîdan rêz hat girtin û agirê Newrozê hat vêxistin.

Di pîrozbahiyê de Hevseroka Meclîsa Rêveber a Minbicê Nezîfe Xelo axivî û bi xêrhatina şêniyên bajêr, têkoşer û berxwedêrên di zindanan de û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Nezîfe diyar kir ku Newroza Îsa, ji salên par cudatir e û got: “Ji ber ku pêkhateyên bajêr ên Kurd, Ereb, Çerkez û Tirkmen bi serbestî, demokrasî û pirrengî vê rojê pîroz dikin. Di nava biratiyê û aştiyê de li hember siyasetên înkarkirin û dûrxistinê, vê rojê pîroz dikin.”

Piştre endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Şiyar Mihemed axivî û got: “Em vê rojê li Rêber Abdullah Ocalan, şehîdên azadiyê û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Cejna Newrozê, ne tenê roja lidarxistina şahiyan e lê belê encama berxwedaneke mezin di dîrokê de ye û ev berxwedan veguherî şahî û ji bo gelan bû ronahî.

 Me agirê Newrozê bi êzingan vêxist, lê sala 1988`an şehîdan çirûska Newrozê bi bedena xwe vêxist. Madem ên ku canê xwe ji bo vî gelî feda dikin hene, em dê serkeftinê pêk bînin. Ev roja serkeftinê ye.”.

Di pîrozbahiyê de hunermend Sedûn El Ehmed, Ehmed El Cebûrî û Hesen Mesto derketin li ser dikê û stran gotin.

DÊRAZORÊ

Di nav de endamên saziyên sivîl û leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran, bi sedan şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê Newroz li qada bajarokê Hecînê pîroz kir. Qada Newrozê bi alên QSD, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Bi îradeya şervanên jin me DAÎŞ têk bir û bi îradeya wê wan em ê dagirkeriyê têk bibin" hatibû xemilandin.

Meşaleya Newrozê ji aliyê dayika Şehîd Emîra Şemlan, Nadiya Mihemed, cîgirê hevserokatiya meclîsa herêma rojhilat a Dêrazorê Selah Selman û rêvebera Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Muna El Iweyîd ve hat vêxistin.

HESEKÊ

Nûnerên partiyên siyasî yên di bin sîwana Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de, şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” li Hesekê agirê Newrozê vêxistin.

QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê bi cil û bergên Kurdî, bi dirûşmeya “Bi ruhê berxwedana Newrozê em dê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” bi agirê Newrozê kolanên Qamişlo geş kirin.

Li Taxa Xerbî ya li ber Wezareta Parastinê û Parka Helebçe ya Taxa Hilko yên Qamişlo, girseya gel, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, DESTEYA JIN berê xwe dan qada ku agirê Newrozê lê hatiye vêxistin.

Şêniyên taxê bi cil û bergên Kurdî hatin cihê şahiyê, dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ser Newrozê guhdar kirin û bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.

Şêniyên li dora agir û stranên Newrozê govend gerandin.

ŞEHBA

Gelê Efrînê ku li Şehbayê rû bi rûyê êrîşên xedar ên dewleta Tirk e û di bin ambargoya hikûmeta Şamê de ye, bi awayekê bi coş û israr, agirê Newrozê vêxist û li ber stranan govend girt.

Li navenda Şehbayê, navenda wargehê, gir, bajarok û gundan, gel, heta bi derengiya şevê agirê Newrozê vêxist.