Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Li herêmên dagirkirî demografî tê guhertin

Rêveberiya Xweser a Herêma Firat bi daxuyaniyekê diyar kir ku li herêmên dagirkirî guhertinên demografîk kirin.

Di sala 2018’an de dewleta Tirk û çeteyên wê herêma Efrînê dagir kir. Li hemberî vê dagirkeriyê gelê Efrînê 58 rojan li ber xwe da.

Li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Îro 18'ê Adara 2023'yan salvegera pêncemîn a dagirkirina Efrînê ye ku Efrîn ji aliyê hêzên Tirkiyeyê yên faşîst û komên çete ve hate dagirkirin. Di vê dagirkeriyê de gelek sûcên li dijî mirovayetiyê hate kirin û ji ber vê de hezaran şêniyên Efrînê neçar man koç bikin. Hêzên Navneteweyî jî li qada Sûriyeyê bêdeng man û bi dewleta Tirk a dagirker re li gorî amadekariyên qadên dagirkirî yên li Sûriyeyê, danûstandin kirin.

’DAGIRKERIYÊ HER DEM XWESTIYE HEBÛNA KURDAN TUNE BIKE’

Dagirkerên Tirk û çeteyên wan her tim bi rêya avakirina bajarokan û bicihkirina malbatên koçber ên ji derveyî herêmê, hebûna Kurdan a li herêma Efrînê ji xwe re kirine hedef. Ev yek bi mebesta guhertina demografîk ku bandorê li ax û xelkê bike, tevî desthilata xwe ya ewlekarî û îdarî ku ferz kiriye lê niştecihên mayî yên ku bi axa xwe ve girêdayî hertim rastî tawan û desteserkirinê tên. Weke desteserkirina mal û milkên xelkê û ferzkirina bertîlan, ev hemû tawan bi destê dezgehên ewlekarî yên dagirkeriya Tirk pêk tên.

LI EFRÎNÊ GUHERTINEKE DEMOGRAFÎK TÊ KIRIN

Derfeteke nû ji dewleta Tirk a dagirker re hate peydakirin ku plana xwe ya niştecihbûnê berdewam bike û îro jî bajarê Efrînê yê dagirkirî rastî guherîna demografî ya sîstematîk tê. Bi erdheja ku di 6’ê Sibatê de li herêmê rû da, bû derfeteke rasteqîn ji dewleta zalim re ku planên xwe pêk bîne û xelkên wê herêma ziyandîtî piştî çend salan war ji wan re nemîne.

Em Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bang li civaka navdewletî dikin ku erkên xwe yên mirovî bi cih bînin, her wiha em bang li hêzên hevpeymaniya navdewletî ya bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE)  jî dikin ku dawî li van binpêkirinan bînin û ji bo ku gelê Efrînê vegerin gund û bajarên xwe bila jîngeheke guncaw peyda bikin.”