Li Tebqayê agirê Newrozê hat pêxistin

Welatiyên Ereb û Kurd ên Tebqayê bi dirûşmeya “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” agirê Newrozê pêxistin.

Bi sedan kes tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Tebqayê bûn. Saziyên sivîl, partiyên siyasî, Meclîsa Jinê ya Zenûbiya, endamên saziyên leşkerî û rêveber jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Li qada werzîşê ya ku pîrozbahî lê hat lidarxistin, agirê Newrozê ji aliyê endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan Meryem Henan û Kewser Nehar, Hevserokên Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Hude El Ewan û Hemîd Ferec, endamê Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê Reûf û endama Meclîsa Jinê ya Zenûbiya Neîme El Eswed ve hate pêxistin.
 
Pîrozbahî bi axaftin, çalakiyên hunerî û çandî dewam dike.