BI DÎMEN

Parêzerên Kantona Firatê li dijî biryarên Doza Kobanê komxebatek lidarxistin

Parêzerên Kantona Firatê bertek nîşanî biryarên doza Kobanê dan û diyar kirin ku ev kiryarên dewleta Tirk bêhiqûqî ne û dadgeha ku cezayê girtîgehê li siyasetmedaran biriye dadgeheke siyasî ye.

Parêzerên Kantona Firatê li dijî biryarên Doza Kobanê ku bi sedan sal cezayê girtîgehê li siyasetmedarên Kurd hatin birîn, komxebatek lidarxistin. Komxebat li Eywana Çand û Hunera Baqî Xido bi amadebûna bi dehan parêzeran hat lidarxistin.

Komxebat bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Piştre Parêzer Viyan Eyûb axivî û rewşa dadeghê ku siyasetmedarên Kurd hatin girtin vegot û wiha got: “Siyasetmedarên me yên ji bo doza xwe têkoşîn kirin, dîl hatin girtin, ew bi xwe dadgeheke li dijî hiqûqê ye û divê li hemberî wê yekê bertekên tûnd bê nîşandan.”

Parêzer Bedirxan Etê jî wiha got: “Sellahatîn Demîrtaş di temenê xwe yê ciwan de jî gelek caran dîl hat girtin. Her wiha wî cihê xwe di Hevserokatiya HDP’ê de girt, piştî wê jî tevlî hilbijartinên Serokkomariyê bû. Ev yek jî ji hikumeta Erdogan re bû tirsek û xwest bi vê yekê re wî dîl bigire."

Her wiha Hevserokê TEV-DEM a kantona Firatê Enwer Mislim axivî û diyar kir ku siyasetmedarên Kurd ji bo Kobanê sefer ber bûn û ew jî weke gelê Kobanê ji bo wan bibin seferber û wiha pêde çû: "Ev siyasetmedarên me di şerê li dijî terora DAÎŞ`ê de ji bo parastina Kobanê piştgirî dan. Bi hemû alî ve xwedî li Kobanê derketin. Di heman demê de jî gelê me yên li ser sînor re bûn xelekek û nehîştin Kobanê bikeve. Çavên her kesî li Kobanê bû û Kobanê bi ser ket."

Parêzer Farûq Hinko jî destnîşan kir ku yê bê dadgehkirin Erdogan e, ne yên ku ji bo doza xwe di nava têkoşînê de ne û got: "Mirov zilmê tu carî qebûl nake û divê li dijî zilmê serî hilde. Di hemû pirtûkên pîroz de jî hatiye diyarkirin ku divê zilm nebe. Lê tiştê ku dewleta Tirk a dagirker dike zilm e. Divê tevahî cîhan li dijî vê zilma li ser siyasetmedarên me serî hildin."

Komxebat bi nîqaşan bi dawî bû.