Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî çavkaniyên dewlemend ên xwezayî û potansiyeleke xurt a çandiniyê ye ku di vê mijarê de hewldaneke berfireh lê heye.
Ji ber taybetmendiyên cografî û şert û mercên avhewayê berhemên cuda yên çandiniyê lê şîn dibin. Potansiyela çandiniyê û berhemdariya xakê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi stratejiyên rast bi pêş ve diçe. Li herêmê herî zêde genim tê çandin. Genim bingeha aboriya çandiniyê ya herêmê ye. Ceh jî berhemeke girîng a zadê ye. Li gel genim û ceh her wiha garis jî tê çandin. Li herêmê çandiniya pembo jî tê kirin. Pembo ji ber ku madeyeke bingehîn a endustriya tekstîlê ye cotkariya vê berhemê jî çavkaniyeke girîng a hatineyê ye. Gijnîj, kîmyon jî têne çandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel şînhatina bacanê sor, îsot, xiyar, bacanê reş, patat û pîvazan her wiha pirtiqal, tirî, hijîr jî têne çandin. Fisteq û zeytûn ji berhemên esasî yên vê herêmê ne. Ev yek potansiyela çandiniyê ya herêmê zêde dike. Çandinî ji ber ku çavkaniya herî girîng a hatineya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, berhemên cuda li herêmê têne çandin.
LI 7.5 MILYON DONIMÎ 81 HEZAR Û 673 COTKAR
Li gorî Desteya Çandinî û Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kantona Tebqayê ku genim tê çandin li 436 hezar û 463 donimî 3 hezar û 22 cotkar dixebitin. Li Kantona Cizîrê ku genim, ceh, sebze, patat û fêkî têne çandin li 3 milyon û 536 hezar û 831 donimî 28 hezar û 120 cotkar dixebitin. Li Kantona Dêrazorê ku genim, ceh û zebze têne çandin li 2 milyon û 63 hezar û 150 donimî 22 hezar û 183 cotkar dixebitin. Li Kantona Minbicê ku genim, patat û fêkî têne çandin li 101 hezar û 753 donimî 3 hezar û 487 cotkar dixebitin. Li Kantona Reqayê ku genim û ceh tê çandin li 578 hezar û 635 donimî 17 hezar û 854 cotkar dixebitin. Li Kantona Firatê ku genim, ceh, patat têne çandin li 804 hezar û 794 donimî 7 hezar û 7 cotkar dixebitin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 7 milyon û 521 hezar û 621 donimî 81 hezar û 673 cotkar dixebitin. Ji van zeviyan li 4 milyon û 728 hezar û 515 donimî avdanî tê kirin, li 2 milyon û 793 hezar û 111 donimî avdanî nayê kirin.
BI ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ ZIYANEKE MEZIN LI ZEVIYAN BÛ
Çandinî çavkaniya bingehîn a aboriya herêmê ye. Dewleta Tirk a dagirker êrişên li ser zeviyên çandiniyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir, di dema palehiyê de zerareke mezin da zeviyan. Di encama êrişên rojên dawî de bi dehan donim zeviyên çandiniyê şewitîn, zerareke mezin li cotkaran bû. Bi taybetî êriş di dema palehiyê de hatin kirin, lewma cotkar gelekî mexdûr bûn. Zirgan, Minbic, Şêrawa û Şehba ji wan deveran e ku bi giranî bûne hedef. Li gorî Desteya Çandinî û Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2019'an de 34 hezar û 550 donim, di sala 2023'an de herî kêm 2 hezar û 238 donim zeviyên çandiniyê di encama êrişên dewleta Tirk de şewitîn.
TEDBÎRÊN LI HEMBERÎ ÊRIŞAN
Tîmên Arkujiyê û Rewşa Lezgîn ên ser bi Şaredariyên Demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şewata ji ber êrişên dewleta Tirk kontrol bike di nava hewldanan de ne û li pêşiya şewatê dibin asteng. Her wiha ji bo parastina mirovên li nêzî zeviyên çandiniyê, herêma ewle ava dikin û operasyonên pêwîst ên veguhestinê dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gund, bajarok û bajaran herî kêm 83 Tîmên Arkujî û Rewşa Lezgîn hatin avakirin.