BI DÎMEN

Ciwan li dijî cezayê qedexekirina hevdîtinê ya 6 mehan daketin qadan

Jinên ciwan û ciwanên Kantona Firatê jî li dijî cezayê 6 mehan ên qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate birîn, daketin qadan.

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye, ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha tu agahî nayê girtin. Ligel vê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê 6 mehên din jî qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn.
Li dijî vê biryarê ciwanên Kantona Firatê daketin qadan û ev biryar şermezar kirin.

Ciwanên ji bo şermezarkirina cezayê 6 mehan li qada Jina Azad kom bûn û heta qada Aştî meşiyan. Piştî ku ciwan gihîştinada Aştî, ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêz girtin. Piştre Hevseroka Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê Avaşîn Misto axivî. Avaşîn diyar kir ku her diçe tecrîda li ser Rêber Apo kûrtir dikin û wiha got. “Dixwazin bi vê yekê re jî ramanên Rêber Apo sînordar bikin. lê fikrên Rêber Apo û li tevahî cîhanê belav bûye. Ew raman ne tenê ji bo ciwanên Kurd e, ji bo tevahî ciwanên cîhanê ye. Ji ber ji fikrên Rêber Apo ditirsin tecrîdê li ser Rêber Apo zêde dikin. Em weke jinên ciwan û ciwanên Kobanê çawa şoreşa me bi fikrê Rêber Apo derketiye, em ê bi wê hêzê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin.”

Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.