Bombardûmana giran a li ser Minbicê: Dagirkeran jinek qetil kirin

Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li ser Minbicê kir. Di encamê de jî jinek hate qetilkirin.

Li gorî daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bombardûmaneke giran li gundên Minbicê kirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên gundên kantonê yên tije niştecih bi çekên giran topbaran kirin. Topbaran saet 00.00’an dest pê kir û heta vê sibehê dewam kir.

Gundê Cat, Ewn Dadat û Toxar ên bakurê rojhilatê Minbicê bi 24 guleyên hawn û obîsan hatin topbarankirin.

Gundê Dendeniyê bi 8 guleyên hawan û obîsan, gundê Seyada bi 59 guleyan û gundê Yanlî bi 10 guleyan hatin hedefkirin. Her wiha gundên Kawiklî, Qert Wêran û Erîme bi 64 guleyên hawn û obîsan û gundê Cib Mexzûm ê rojavayê kantonê bi 7 guleyên hawn  û obîsan hatin topbarankirin."

Demeke kurt piştî vê daxuyaniyê, di bombardûmanê de jinek şehîd bû, 5 kes jî birîndar bûn.