BI DÎMEN

Cenazeyê şehîd Eyhem Sirîn bi merasîmeke bi heybet hat veşartin

Cenazeyê şehîd Eyhem Sirîn ê di 21’ê Gulanê de şehîd bû bi tevlîbûna sedan kesan hat veşartin.

Bi sedan xelkê bajarê Sirînê şehîdê Meclîsa Minbic a Leşkerî Eyhem Sirîn (Mihemed El Hisên) ku di 21’ê Gulanê de li ser erka xwe şehîd bibû, bi merasîmeke bi heybet veşartin.

Merasîm bi torena leşkerî û deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Rêvberiya Meclîsa Minbic a Leşkerî Mihemed Cedir axivî û got: "Şehîd Eyhem bêdudilî ji bo parastina axa xwe canê xwe feda kir. Îro em li ser vê axa pîroz ku bi hezaran şehîd bûn soza didin ku li hemberî her dagirkeriyê serî hildin û rêya şehîdên xwe bişopînin."

Hevseroka Bajarê Sirînê Fatme Ehmed Mele jî diyar kir ku ew bi saya şehîdên xwe gihîştin vê astê û got: "Ev axa me û axa pêşiyên me ye, em ê jî bi xwişk û biratiya gelan li hemberî her kiryaran serî hildin. Em ê li ser soza ku şehîdên me dane bin û riya wan bişopînin."

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hat veşartin.