BI DÎMEN

Li Kantona Firatê 15 navendên agirkujiyê amade ne

Emîne Yûsifê got: "Ji bo parastina zeviyan hemû tîmên me yên agirkujiyê seferber bûne û heta niha bi qasî 15 navendên agirkujiyê hatine amadekirin û ji 29`ê Nîsanê heya niha jî rewşa awarte hatiye ragihandin."

Li Kantona Firatê ji bo rakirina debreke baş ji aliyê saziyên têkildar ve rewşa awarte hate ragihandin. Her wiha ji tevahiya welatiyên kantonê re jî belavok hatine belavkirin ku li ser belavokan nimreya tîmên agirkujiyê heye. Li Kantona Firatê ji 2`yê Gulanê ve ye çinîna genim û cehî tê kirin. Li gorî Desteya Çandiniyê heya niha 610 patos li kantonan ji bo rakirina zeviyan kar dikin.

Cîgira Desteya Şaredariya Kantona Firatê Emîne Yûsif têkildarî îlankirina rewşa awarte axivî û got: ‘’Ji bo parastina zeviyên li Kantona Firatê me rewşa awarte daye îlankirin. Ji bo tedbîrên şewatan jî me ji hemû welatiyan re belavokên ku nimreya tîmên agirkujiyê li ser in, belav kirine û her wiha me li ser medyaya dijîtal jî hemû nimreyên ku welatî xwe bigihînin tîmên me yên agirkujiyê weşandine. Şewatên ku heya niha derketine bêhtir li ser sînor in. Dewleta Tirk a dagirker bi obîs û mermiyan dixwaze agir bi zeviyan bixe. Li gelek gundan jî agir bi zeviyan ket." 

Emîne Yûsifê destnîşan kir ku hemû tîmên agirkujiyê 24 seatan amade ne û ev yek anîn ziman: ‘’Jixwe dema ku agir bi zeviyan dikeve, hemû komîn û welatiyên li nêzî wê şewatê yekser berê xwe didin cihê şewatê û heya tîmên agirkujiyê xwe digihînin cihê şewatê hewl didin ku şewatê vemirînin. Jixwe ev kar karekî komînal e û ew berhem jî ji tevahî gel re ye.’’

Emîne Yûsifê ragihand ku gelek sazî jî di rewşa awarte de cihê xwe girtine û ji bo parastina zeviyan jî nobedariyê dikin û wiha pêde çû: ‘’Divê gelê me bêhtir hişyar be û bi taybet jî ew gundiyên me yên li ber sînor. Divê zeviyên gundên li ber sînor baş werin parastin. Em bang li hemû welatiyan jî dikin ku di mijara şewatê de baldartir bin.’’