Ji bo gerîlaya YJA-Starê Diljîn Azadiyê li Helebê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin

Ji bo gerîlaya YJA-Starê Diljîn Azadîyê li Helebê merasîmeke sersaxiyê ya girseyî hate lidarxistin ku Diljîn Azadî di meha Nîsanê de li Xakûrkê şehîd bûbû.

Gerîlaya YJA-Starê Diljîn Azadî (Hêva Kilêvçek) di 23’yê Nîsana 2024’an de di berxwedana li hemberî êrişa dewleta Tirk a dagirker de li herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şehîd Diljîn Azadî merasîma sersaxiyê li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûdê li dar xist. Tevî endamên saziyên sivîl, leşkerî, nûnerên partiyên siyasî, gelek şênî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi seremonıya leşkerî ya şervanên YPJ û YPG’ê dest pê kir. Piştre bi navê hêzên leşkerî Avaşîn Efrîn axivî. Avaşîn Efrîn şehîd Diljîn û tevahî şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got: "Keça Efrîna dagirkirî bi tevlêbûna xwe ya nava gerîla û berxwedana xwe ya li Xakurkê dîrok bi xwîna xwe nîvisand."

Avaşînê bal kişand ser xiyaneta PDK’ê ya li doza kurdî û wiha domand: "Şehîd Diljîn bazara PDK’ê ya bi xwîna Kurdan red kir û kesayeta şehîd Bêrîtan ji xwe re kiribû mînak. Li hemberî dijmin û xiyanetê li ber xwe da, heta şehîd bû."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisê Emîne Beyrem bal kişand ser berxwedana li çiyayê Kurdistanê û got êrişên bi çekên giran û hevkariya PDK’ê dê têk biçin.

Pismanê şehîd Diljîn Mihemed Kilêvçek jî anî ziman ku ew bi şehadeta Diljîn serbilind in û got: "Diljîn ji bo Kurdistaneke azad şer kir. Em ê ji bo vê yekê canê xwe bidin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Diljîn hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.