BI DÎMEN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên hilbijartinê dewam dikin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 11'ê Hezîranê dewam dikin. Hevseroka Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Rêveberiya Xweser Rûken Mele Îbrahîm got, wê bibe hilbijartineke demokratîk.

LI ROJAVA HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Li Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinên şaredariyê yekemcar di sala 2015'an de pêk hat. Di encama hilbijartinê de jî meclîsên şaredariyan hatin avakirin û hevşaredar hatin hilbijartin. Di sala 2017'an de jî bi hilbijartinên meclîsa bajêr û komunan li gorî temsîliyeta meclîsê hevşaredar hatin hilbijartin. Bi vî rengî karên şaredariyê di nava şoreşê de destpê kirin û dewam kirin.

Şaredariyên Gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dispêrin feraseta siyaseta demokratîk û xwerêveberiyê. Rêveberiya Xweser li Efrîn-Şehbayê bi 5, li Tebqayê bi 9, li Reqayê bi 16, li Firatê bi 11, li Cizîrê bi 56, li Dêrazorê jî bi 18 bi giştî bi 121 şaredariyan xizmetê digihîne gel.

133 ŞAREDARÎ

Di hilbijartinên ku wê 11'ê Hezîranê bêne kirin de hejmara şaredariyên li 7 kantonen bi vî rengî ye: Li Kantona Tebqayê 9, li Kantona Efrîn-Şehbayê 5, li Kantona Dêrazorê 18, li Kantona Firatê 16, li Kantona Reqayê 12, li Kantona Minbicê 6 û li Kantona Cizîrê jî 67 bi giştî 133 şaredarî.

Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 28'ê Adarê de civîna xwe ya destpêkê lidar xist û bi daxuyaniyekê ragihand ku hilbijartinên şaredariyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê di 30'ê Hezîranê de bê kirin, piştre eşkere kir ku hilbijartin ji bo 11'ê Hezîranê hatiye taloqkirin.

Bernamzetên Kongra Star û Civaka Jinan a Zenobiya yên ji bo hilbijartinên şaredariyan bi rêya pêşhilbijartinê ji aliyê jinan ve hatin diyarkirin. Kongra Star, Partiya Yekîtiya Suryanî, Civaka Jinan a Zenobiya, Meclîsa Ermenî, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê, Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê jî di nav de 22 partî û rêxistinan 20'ê Gulanê eşkere kirin ku wan Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê ava kirine.

Ji 28'ê Adarê û vir ve amadekariyên ji bo hilbijartinên şaredariyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê weke tifaqa herî mezin tê dîtin. Di bloka Partiya Keskan a Demokratîk de Tevgera Hemdem a Kurdistanê, Partiya Biratiyê ya Kurdistanê (PBK), Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê û Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê hene. Her wiha di 9'ê Gulanê de Partiya El Weten a Sûriyeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê tevlî hilbijartinên şaredariyan bibe.

QERTÊN HILBIJARTINÊ

Bi avakirina komîsyonên hilbijartinê re qertên dengdanê li hilbijêran hatin belavkirin. Li gorî qanûna hilbijartinê navê şêniyên taxan têne qeyitkirin û qertên hilbijartinê têne dayin.

Hevseroka Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Mele Îbrahîm têkildarî hilbijartinên şaredariyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku wê 11'ê Hezîranê pêk werin, axivî.

LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ WÊ GAVA DESTPÊKÊ BE

Rûken Mele Îbrahîm anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê cara destpêkê hilbijartineke bi vî rengî bê kirin û got, "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 7 kantonan komîsyonên hilbijartinê (28'ê Sibatê ava bû) yên ser bi Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind ava bû. Van komîteyan jî li bajarok û bajaran komîsyonên hilbijartinê ava kirin. Komîsyonên hilbijartinê yên li bajar, bajarok û kantonan bi demkî hatin avakirin. Piştî hilbijartinê ev komîserî wê karê wan bi dawî bibe. Karên Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind wê dewam bikin."

KOMÎSYONÊN HILBIJARTINÊ WÊ BI ROLA NAVENDA SERLÊDANÊ JÎ RABIN

Rûken Mele Îbrahîm li ser sedema avakirina komîsyonên hilbijartinê yên li bajar û bajarokan got, "Komîsyonên li bajarok û bajaran hatin avakirin, bi rola navenda serlêdanê ji bo partî, tifaq û kesayetên serbixwe radibe ku ji bo tevlîbûna li hilbijartinê serlêdanê dikin. Wê hejmara sindoqên dengdanê yên li bajar û bajarokan tespît bike. Piştî vê tespîtê jî ji 3 heta 4 kesan wezîfedarên sindoqên dengdanê diyar bike."

JINAN BERNAMZETÊN XWE HILBIJARTIN

Rûken Mele Îbrahîm bal kişand ser pêşhilbijartinê û got, "Piştî diyarkirina dema hilbijartinê, pêşhilbijartinê jî destpê kir. Jinan namzetên xwe diyar kirin. Ji kîjan gelî dibe bila bibe mafê xwe yê bernamzetiyê heye. Di navbera herdu zayendan de kotayeke wekhev a ji sedî pêncî hate diyarkirin."

MAFÊ RABÛNA LI BER NAMZETIYÊ WÊ 2 ROJAN DEWAM BIKE

Rûken Mele Îbrahîm anî ziman ku piştî Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind namzet eşkere kir wê pêvajoya îtirazê ya ji bo 2 rojan destpê bike û got, "Îtiraz ne di çarçoveya qanûnan de bin wê neyên qebûlkirin. Piştî ku pêvajoya îtirazê bi dawî bû Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind wê navê namzetan careke din eşkere bike."

HILBIJARTINEKE ZELAL

Rûken Mele Îbrahîm anî ziman ku piştî namzet ji aliyê Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind hatin eşkerekirin wê pêvajoya danasînê ji bo namzetan destpê bike, di vê demê de jî wê Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind ûsilekê diyar bike û got, "Heta rojek beriya hilbijartinê saet di 18:00 de wê pêvajoya danasîna namzetan bi dawî bibe. Ji bo namzet, namzetên serbixwe, tifaq an jî partiyên siyasî yên ku dema hatiye diyarkirin derbas bike, mafê me heye ku dest li namzetên wan werbidin. Wê bêne diyarkirin ku kîjan namzet li ku derê karibe xwe bide naskirin."

Rûken Mele Îbrahîm destnîşan kir ku bi amadebûna wezîfedarên sindoqên dengdanê û muşahîdan 11'ê Hezîranê saet di 08:00 de wê hilbijartin destpê bike û got, "Kesên ku qerta xwe ya hilbijartinê nebe wê nikaribe deng bi kar bîne. Yên ku deng li şûna yekî din bi kar anî be wê dengê xwe neyê hesibandin. Piştî dengdanê jî wê pêvajoya jimartina dengan destpê bike. 3 wezîfedarên sindoqên dengdanê wê li gel muşahîdên partiyên siyasî jimartina dengan bikin. Ji bo hilbijartina hevşaredaran û endamên meclîsa şaredariyan wê du pûsûlayên dengan hebin."

Rûken Mele Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku di roja hilbijartinê de tevlî dengdanê bibin.