BI DÎMEN

Xwendekarên Kobanê biryarên 'Doza Kobanê' şermezar kirin

Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz a Kobanê diyar kirin ku biryarên Doza Kobanê biryarên siyasî ne û derqanûnî ne.

Piştî biryarên Doza Kûmpasê ya Kobanê yên dadgeha dewleta Tirk a dagirker gelekî bertek hatin nîşandan. Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz a Kobanê jî bi daxuyaniyekê li hemberî wan biryarên dewleta Tirk nerazîbûnên xwe nîşan dan û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku biryarên Doza Kobanê biryarên siyasî ne û derqanûnî ne.

Daxuyaniya Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ji aliyê Rodîn El Osoyî ve hate xwendin.

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

"Dadgeha dewleta Tirk a dagirker di Doza Kobanê de cezayên giran li Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û gelek siyasetmedarên din ên HDP’yê  biriye. Biryarên dadgeha dewleta Tirk, biryarên siyasî ne û derqanûnî ne. Gelê Kurd di sala 2014`an de bi Serhildana Kobanê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kobanê û nerazîbûnên xwe yên li hemberî hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ’ê nîşan daye.

Berxwedana Kobanê ku bi şervanên ji her çar parçeyên Kurdistanê pêk hatiye û planên dewleta Tirk ên qirkirina gelê Kurd pûç kiriye. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê Kurd tune bike. Ew biryarên hatine dayîn jî parçeyekî polîtîkayên tunekirinê yên dewleta Tirk a dagirker in. Em weke Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz û bi taybet jî weke xwendekarên Beşa Hiqûqê wan biryarên dadgeha dewleta Tirk ên derqanûnî şermezar dikin. Ew biryarên ku hatine dayîn, biryarên siyasî ne û derveyî pîvanên qanûnî ne.

Çawa ku bi Serhildana Kobanê siyasetmedarên HDP’yê û gelê Bakur piştgiriya Kobanê kirin, em jî îro piştgiriya gelê Bakur dikin. Em hemû girtiyên siyasî û bi taybetî jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav dikin û diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li hemberî faşîzma dewleta Tirk bilind bikin."