BI DÎMEN

'Divê gelê me li hemberî biryara tecrîdkirina Rêber Apo rabe ser piyan '

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re protesto kirin.

6 mehên din jî cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re li Rêber Apo hate birîn ku ev 3 sal in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Li hemberî vî cezayî welatî  bi hêrs in û nerazîbûnên xwe nîşan didin. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê jî li pêşiya Meclîsê daxuyaniyek da ku daxuyanî ji aliyê Ronahî Ehmedê ve hate xwendin.

Naveroka daxuyaniya Meclîsa Malbatên Şehîdan wiha ye:

"Ev 3 sal in ne parêzeran û ne jî malbatê  hevdîtin bi Rêber Apo re pêk neanîne. Ev 26 sal in Rêbebrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê rehîn tê girtin. Dewleta Tirk a dagirker bi armanca tunekirina fikr û felsefeya Rêber Apo her ku diçe tecrîda li ser Rêber Apo giran dike. Lê belê  tekoşîn û berxwedaniya Rêber Apo ya di zîndanan de jî tim îradeya gelê Kurd û gelên herêmê xurt dike. Girêdayî fikr û felsefeya Rêber Apo hemû siyasetmadarên kurd xwedî li gel û doza xwe derdikevin. Ew xwedîderketina siyasetmedaran jî  dibe sedem ku faşîzma Tirk mafên wan binpê bike û cezayên giran li wan bibire.

Hewce ye hemû gelên aştîxwaz û rêxistinên mafên mirovan li hemberî van kiryarên dewleta Tirk bê deng nemînin û nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Ji ber ku ev kiryar binpêkirina mafên mirovan e. Her wiha nabe ku tu kes mafên gelên aştîxwaz binpê bike.’’