Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Yekîtiya Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şermezar kirin.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK HATIN ŞERMEZARKIRIN

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya jinên ciwan li Tirbespiyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya navenda Tevgera Ciwanan ji hêla endama Yekitiya Jinên Ciwan Roniya Ebdellah ve bi zimanê kurdî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û hate gotin: “Em ê wek ciwan li dijî van êrîşan bê deng nemînin. Em ê bi hêza xwe ya fîkrî û fîzîkî li hember dijmin bisekinin. “

Di daxuyaniyê hate gotin: “Bangewaziya me ji bo hemû ciwan û jinên ciwanan e, li nirxên şoreşa Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin û li hember qirkirina dewleta Tirk bê deng nemînin.”

Di dawiyê de hate gotin: “Serkeftinên ku me bi dest xistine, ji berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li zindana Îmraliyê îlhamê digire. Em ê hemû bibin gilokeke ji agir li dora Rêbertî û asta têkoşînê û berxwedanê bilind bikin, heya dîwarê Îmraliyê hilweşînin.”