'Pêkhateyan bi hev re parastina welatê xwe kirin'

Endamên Meclîsa Bajar a Qamişlo dan xuyakirin ku hemû pêkhateyên li herêmê girêdayî fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hevre bi awayekî wekhev dijîn û bi hev re parastina welatê xwe dikin.

Şoreşa Rojava ku bi şoreşa jinan tê naskirin,  bingeha xwe ji fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan girtiye û rojane jin di nava vê şoreşê de destanan dinivîsînin û destkeftiyên mezin bi dest dixin. Fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan ji bo jinan çavkaniya herî mezin a hêzê ye. Girêdayî vê yekê jinan bi naskirina fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan re rastiya xwe baştir nas kirin û asta têkoşîna xwe bilindtir kirin. Encamên wê têkoşînê jî di roja me ya îroyîn de bi awayekî zelal li holê ne. Jinên têkoşer bi Şoreşa Rojava re li seranserê cîhanê deng vedan û ji jinên têkoşer bûn mînakên herî mezin.

Li bajarê Qamişloyê jî bi pêkhateyên bajêr ên cur be cur jinan roleke girîng hildaye ser milên xwe û bi vê erkê radibin. Têkildarî van mijaran Endamên Meclîsa Bajar a Qamişlo ên ji pêkhateyên Kurd û Suryan Leyla Meuo û Feyrûz Anton nêrînên xwe di anîn ziman û destnîşan kirin ku tu ferq û cudahî di navbera tu pêkhateyan de tune ye û hemû pêkhateyên li herêmê girêdayî fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan bi hevre bi awayekî wekhev dijîn û bi hev re parastina welatê xwe dikin.

Destpêkê Endama Komîteya Parastinê a Meclîsa Bajar a Qamişloyê Leyla Meuoyê  têkildarî naskirina fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Şoreşa Rojava bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir û ev 13 sal in jî berdewam dike. Hemû pêkhateyên li herêmê  yên weke Kurd, Ereb û Suryan pêkve dijîn û di bin siya xwişk û biratiya gelan de xebatên xwe bi hev re dikin.’’

Leyla Meuoyê di berdewamiya axaftina xwe de jinan bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rastiya xwe baştir nas kiriye û wiha pêde çû: ‘’Şoreşa Rojava bingeha xwe ji fikr û felsefeya Rêber Apo girtiye ku me jinan bi saya Şoreşa Rojava xwe baştir nas kir îspat kir. Ji ber wê yekê jî  em ê tim fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan belav bikin.’’

Her wiha Endama Komîteya Şopandina Xebatên Komînan a Meclîsa Bajar a Qamişloyê a ji pêkhateya Suryan Feyrûz Antonê diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd ferq û cudahiya di navbera pêkhateyan de ji holê rabûye û got: ‘’Li bajarê Qamişlo hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan bi hev re bi awayekî wekhev dijîn. Naskirina min a fikrên Rêber Apo bi saya hevalên min ên Kurd çêbû. Dema ku min fikrên Rêber Abullah Ocalan ji nêz ve û zêdetir nas kir û min dît ku Rêber Apo di navbera pêkhateyan de tu ferq û cudatiyê nake.’’

Feyrûzê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêkvejiyana pêkhateyên li herêmê û ev yek anîn ziman: ‘’Hemû pêkhatyên li herêmê bi awayekî wekhev dijîn û bi hev re parastina herêma xwe dikin. Ev yek rastiya me hemûyan e ku li herêmê ciwanên hemû pêkhateyan bi hev re welatê xwe parastin. Beriya şoreşê li herêmê di navbera pêkhateyan de ferq û cudahî hebûn lê belê îro li herêmê ew ferq û cudahiya di navbera pêkhateyan de ji holê rabûye û di nava pergala Rêveberiya Xweser de her kes bi hev re bi awayekî wekhev dijî.’’