Cenazeyê şehîd Şerîf El Şerîf li Minbicê hat veşartin

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şerîf El Şerîf li Goristana Şehîdan a Minbicê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şerîf El Şerîf yê 21'ê Gulanê di dema pêkanîna erkê xwe de şehîd bibû, li Goristana Şehîdan a Minbicê hat veşartin. Bi sedan welatiyên Kantona Minbicê tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Nîzar Cawîş bal kişand bi ser fedakariya şehîdan a ji bo jiyaneke aram û ewle û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Şirêdir jî axivî û got: "Şehadet îsrara me ya berxwedanê zêde dike. Ew ji bo me serbilindî ye. Tiştê herî binirx ew e ku mirov ruhê xwe ji bo welat û gelê xwe feda bike."

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşma "Bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd" hat veşartin.