Li Reqayê meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî li Reqayê hat şermezarkirin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bang hat kirin.

Li Reqayê bi meşeke girseyî qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan ku desthilata Tirk 6 mehên din dirêj kiriye, hate şermezarkirin. 

Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan dest pê kir. Şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û pankartên "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên bindest e" vekirin.

Meşê heta Qada Jina Azad dewam kir. Li vir hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Meşleb Tirkan axivî. Tirkan bal kişand ser pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd û got vê pêngav li seranserî cîhanê deng vedaye.

Meşleb Tirkan wiha pê de çû: "Pêngava navneteweyî rêbazên berê derbas kirine. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panel, konferansên hiqûqî hatin lidarxistin, name ji desteyên NY’yê, Konseya Ewlehiyê, Dadgeh Ceza ya Navneteweyî, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Meclisa Mafên Mirovan û CPT’yê re hatin şandin. Her wiha pêngavên komkirina îmzeyan hatin birêxistinkirin."

Tirkan bal kişand ser ser tecrîda bi hinceta "cezayê dîsplînê" jî û wiha domand: "Cezayê ku qaşo bi navê dîsîplînê tê birîn li dijî qanûnên navneteweyî û yên navxweyî ye. Tundî û tecrîda li ser Rêbertî gihaştiye asta windakirina bi dare zorê. Ji 25’ê Adara 2021’ê ve em nizanin ka rewşa Rêbertî çi ye."

Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Kînana Ebdo jî got armanca hêzên komploger ew e ku projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn asteng bikin. Her wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî, azadî û jiyana hevbeş bûye semokeke cîhanî, lewra hêzên komploger dixwazin bi rêya şidandina tecrîdê pêşî li ramanên wî bigirin."

Kînana Ebdo diyar kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nabin û got ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji şer û nakokiyên li ser desthilatê re çareserî ne.

Çalakî bi dirûşmên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.