Serçeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin

Tîmên Operasyona Leşkerî yên QSD'ê li bejahiya Reqayê serçeteyekî DAÎŞ'ê girtin.

OPERASYONA TOL'Ê

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê operasyona li Reqayê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tîma Operasyonên Taybet (TOL) ên girêdayî QSD’ê di çarçoveyê operasyonên li dijî bermaniyên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de, roja Sêşemê (21’ê Gulanê) operasyonek li gundewarên Reqayê pêk aniye. Hate ragihandin ku di encama operasyonê de serçeteyekî DAIŞ’ê hatiye girtin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Operasyon piştî komkirina agahiyên têrker ên der barê tevger û çalakiyên terorîstê bi navê Eymen Ebdulmutî de dest pê kir. Hêzên me girt ser cihê terorîst û ew girt. Terorîst Ebdulmutî berpirsê yekemîn ê leşkerî yê rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst ê li Reqayê ye. Her wiha plangerê tevahî çalakiyên terorîst e. Terorîstê hatiye girtin bi du navan; Yaqûb El Hedîdî û Ûsama El Qureşî tev digeriya.”

Li gorî daxuyaniyê, alav û teqemeniya li gel çete hatine dîtin û ji aliyê QSD’ê ve hatine desteserkirin ev in: 4 telefonên destan, belgeyên şexsî, cîhazeke wifiyê, 3 çekên kalaşnîkov û 6 cercûr û 3 hezar guleyên wan, 2 mayînên mezin, 2 mayînên biçûk ên destçêkirî, 3 kemberên teqemeniyê, 50 guleyên 9 mm ên demançeyan, betarî û amûrên elektronîk.