Gelê Asûrî piştgirî da pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî

Partiya Soraya ya Demokratîk hevdîtin bi Înîsiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan gelê Asûrî amade ye ku berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de, Înîsiyatîfa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Sûriyeyê îro bi Partiya Soraya ya Demokratîk re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de Hevseroka Partiya Soraya ya Demokratîk Madlîn Xemîs diyar kir ku ew wekî partiyek Asûrî tevlî pêngava azadiyê dibin, gelek caran li herêmê beşdarî çalakiyên protestokirina tecrîda li dijî Abdullah Ocalan bûne û got:  “Mijara tecrîdê ji bo me mijareke hesas e û bandora wê ya neyinî li ser hemû pêkhateyan heye.”

Madlîn Xemîs da zanîn ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava hemû gelên cîhanê de belav bûye, di jiyana rojane de fikra wî zindî ye û wiha dom kir: “Serok ruhê jiyanê daye gelan, hêzên komploger li hember Rêber Abdullah Ocalan têkçûyîna xwe jiyan dikin. Em dijî wan têdikoşin.”

Madlîn Xemîs destnîşan kir ku Abdullah Ocalan hêjayî azadiya fizîkî ye, lewma çi ji gelê Asûr bê xwestin ew amade ne pêk bînin.

Serdan û hevdîtinên Înîsiyatîfa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Sûriyeyê wê berdewam bikin.