BI DÎMEN

Weqfa Jina Azad ji bo Şoreşa 19'ê Tîrmehê pêşangehek vekir

Weqfa Jina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya nêzîkbûna salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pêşangehek li Qamişloyê vekir.

Weqfa Jina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pêşangehek karên destan li Qamişloyê vekir.

Di pêşangehê de berhemên jinan ên ji Qamişlo, Dêrikê, Reqa, Tebqa û Kobanê ku endamên Weqfa Jina Azad in, hatin pêşandan. Her wiha çandên pêkhateyên din jî di pêşengehê de cih girtin. Sazî û meclîsên jinan ên li bajarê Qamişlo serdana pêşengehê kirin.

Endama Rêveberiya Weqfa Jina Azad Sultana Xişo têkîldarî armanca lidarxistina pêşengehê ji ANF’ê re axivî. Xişo di despêka axaftina xwe de pêşengeh li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Berîya şoreşa Rojava keda ku ji aliyê jinê ve dihate dayîn dernediket pêş, bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re gavên mezin hatin avêtin û jin keda xwe di vê şoreşê de parast. Ji bo vê bi nêzîkbûna salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê me ev pêşengeh li dar xist.''

Sultana Xişo di dewama axaftina xwe de diyar kir ku jinên ji gelek herêman di vê pêşengehê de cih girtine û got: ''Endamên weqfa jinan azad ji gelek bajar û gelek pêkhateyan di vê pêşengehê de cih girtin. Di pêşangehê de berhemên jinan ên ji Qamişlo, Dêrikê, Reqa, Tebqa û Kobanê hatin pêşandan. Armanca me bi vê pêşengehê ew bû ku keda jinan li civakê bidin naskirin. Ji ber ku beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê ev keda ku dihat dayîn, nedihate naskirin. Lê piştî 19’ê Tîrmehê yek ji wan derfetên ku em bikarin keda jinan li civakê bidin naskirin, ev pêşengeh in.”