BI DÎMEN

TCŞ a Sûriyeyê kongreya xwe ya 4’emîn lidar dixe

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dirûşmeya ‘Bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin’ kongreya xwe ya 4’emîn lidar dixe.

KONGREYA 4’EMÎN A TCŞ SÛRIYEYÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi daxuyaniya nivîskî ragihand ku wê kongreya xwe ya 4’emîn lidar bixe.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kongre wê bi dirûşmeya ‘Bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin’ were lidarxistin.

Kongre wê di 16 û 17'ê Tîrmeha 2024’an de li bajarê Hesekê were lidarxistin û wê du rojan dewam bike.

Di roja yekemîn a kongreyê de wê bernameyên çandî û werzîşî û di roja duyemîn de nîqaşên rêxistinî werin kirin.

Di daxuyaniyê de ev bang jî hate kirin: “Di çarçoveya hemleya ‘cenga azadiyê serbixin’ de, tu jî tevlî kongreya 4'emîn a ciwanên şoreşger bibe.”