Li Minbicê cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Cuma Serxan, Ebdulreûf El Hemadî û Hesen El Îbrahîm ku dema li ser erka xwe bûn şehîd bûn, bi merasîmekê hatin veşartin.

MERASÎMA VEŞARTINA CENAZEYÊN ŞEHÎD

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Cuma Serxan, Ebdulreûf El Hemadî û Hesen El Îbrahîm dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianîn şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên kantona Minbicê cenazeyên her sê şehîdan bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdên Minbicê veşartin.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd Bekar li ser fedakariyên şehîdan got "Fedakariyên şehîdan wê vala neçin. Bi hezaran kes dane ser şopa şehîdan amade ne di rêya pêkanîna armancên wan de berdêlên giran bidin."

Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Gelan a Kantona Minbicê Sîham Hemo soza şopandina xeta şehîdan da û wiha domand "Van şervanan di oxira ewlehiya Minbicê û parastina destkeftiyên şoreşê de canê xwe feda kirin. Wekî pêkhate û eşîrên Minbicê sekna me ya li vir sekna şerferaziyê ye. Em soz didin em ê şopdarên xeta şehîdan bin. Bi yekitî û hevgirtina xwe em ê xaka xwe û ewlehiya wê biparêzin."

Bi navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê fermandarê Meclîsê Xelîl Qehreman bal kişand ser planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û got: "Dewleta Tirk a dijmin û hevkarên wê dixwazin projeya dagirkeriyê li ser xaka me pêk bînin û qadeke din a xaka Sûriyeyê dagir bikin. Lê em ji çi kesên hewl didin buhostek ji xaka me dagir bikin re dibêjin; Meclîsa Leşkerî ya Minbicê parêzvanê bajarê me ye, li ser soza ku bi şehîdan re dane ye. Berdêl çi dibe bila bibe em ê nehêlin dagirker ewlehiya Minbicê bixe xetereyê."

Piştî axaftinan endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ela El Elî wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Şervanan cenazeyên hevalên xwe hilgirtin û bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.