Kombûna Jinan a Zenûbiya: 19’ê Tîrmehê ji bo jinan şoreşeke dîrokî ye

Kombûna Jinan a Zenûbiya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û got, “Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya bi pêşengiya jinan şoreşa demokrasî, azadî, wekhevî û jinûve avakirinê ye.

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi wesîleya salvegera 12’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê peyamek weşand. Di peyamê de hate destnîşankirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya bi pêşengiya jinan şoreşa demokrasî, azadî, wekhevî û jinûve avakirinê ye û hat gotin: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê agirê azadiyê di dilê gelên herêmê de pêxist û pêşketinên girîng di civakê de çêkir. Êdî ev şoreş nemaze aliyê azadiya jinan de bûye şoreşeke dîrokî."

Di peyamê de hat diyarkirin ku bi şoreşê re jinan di hemû qadan; siyasî, aborî, civakî û leşkerî de cihê xwe girtine û bi pêkanîna pergala hevserokatiyê de bi awayekî rasteqîn herêmê bi rêve dibin.

Di peyamê de şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê û şehîdên Şoreşa 19’ê Tîrmehê hatin bibîranîn û soza parastina destkeftiyên şoreşê hate dayîn. Di dawiyê de jî wiha hate gotin: "Armanca me rizgarkirina rêberê mirovahiyê Rêber Apo ji girtîgeha Îmraliyê ye û naskirina rêveberiya me ya xweser ji aliyê cîhan ve ye.”