BI DÎMEN

Bîranîna 14’ê Tîrmehê: Bi saya berxwedana zindanan em li vir in

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê û Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîdên 14 Tîrmehê bi bîr anîn û peyama; "Bi saya berxwedana 14’ê Tîrmehê em li vir in" dan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê  û şehîdên zindana Amedê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik ji Qosê ya Kobanê heta Goristana Şehîd Dicle meşiyan. Li goristanê ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêz girtin.

Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Bozî axivî û diyar kir ku ew bi saya şehîdên vê şoreşê gihîştin vê astê û got, “Di 14`ê Tîrmehê de berxwedaniyek pêk hat û ew berxwedanî li tevahî Kurdistanê belav bû. Mînaka vê jî Şoreşa Rojava ye."

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê Îslim Îbrahîm jî ev tişt anî ziman: “Vaye careke din berxwedaniya zindana diqewime. Ev berxwedaniya ku niha dibe ew jî çemeke ji berxwedaniya zindanê ye. Em bi wê berxwedaniyê jî gihîştin vê astê. Teqez riyeke heye ew jî azadiya fîzîkî a Rêber Apo ye."

Piştî axaftinan malbatên şehîdan li ser gorên şehîdan find vêxistin û şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn.