TEV-DEM’ê li dijî dagirkerî û tecrîdê banga şerê gel ê şoreşgerî kir

TEV-DEM’ê bang li her kesê kir ku li dijî dagirkerî û tecrîdê, li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî rêxistinbûn û têkoşînê mezin bikin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi nêzîkbûna salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê re daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev bone li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, pêkhateyên herêmê, malbatên şehîdan, birîndaran, têkoşeran û hêzên parastinê hate pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku ji Kobanê sala 2012’an dest pê kiriye de, gelek destkeftî hatin bidestxistin û hêviyên gelên herêmê vejandin.

Hate destnîşankirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê, li herêmê û cîhanê tecrubeyeke gelek girîng e, tê de guhertinên mezin li ser astên civakî, çandî, siyasî û parastinê çêbûn û jin û ciwan rola xwe ya pêşeng lîst ta ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava bû û bû hêzeke siyasî û civakî ya çalak û hîna têkoşîneke girîng dimeşîne û ji bo parastina destkeftiyên vê şoreşê gelek fedakarî kirin û hîna dike.

Her wiha di daxuyaniyê de behsa helwesta dewleta Tirk a dagirker hate kirin ku bi awayekî hovane êriş kir, şert û mercên navneteweyî bi kar anî ji bo ku vîna şoreşê têk bibe û di wê oxirê de siyaseteke derqanûnî û ji bo ku tola xwe ji gelê herêmê hilîne, li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşand û wî ji gelên berxwedêr û têkoşer dûr xist.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku ev pêvajo çarenûsî ye û di vê demê de hikumeta Erdogan şerê dagirkirinê li dijî Başûrê Kurdistanê ragihand û li aliyekî din hewl dide bi rejîma Sûriyeyê lihev were û armanca wê ya sereke dagirkirina xwe rewa bike û vîna gelê herêmê û şoreşa 19’ê Tîrmehê têk bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê herêmê hate kirin ku bi girseyî tevlî şahiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bibin û bi awayekî berpirsyar li hember siyasetên qirkirinê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bisekinin, piştgiriya pêngava navneteweyî bikin ku ji bo bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî hatiye ragihandin. Her wiha bang li her kesê hate kirin ku têkoşînê, berxwedanê û birêxistinkirinê li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî mezin bikin da ku mîrasa dîrokî biparêzin û rê li pêşiya dagirkeran, xayînan bigirin.