Li Efrînê kesek din jî hat revandin

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesekî din revand û li navçeya Mabata bi sedan darên zeytûnê birî.

Li gorî çavkaniyên xwecihî çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker duh şêniyê bi navê Ebdurehman Mistefa (49) yê ji Mabetayê li taxa Eşrefiye ya Efrînê revandiye. 

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku Mistefa beriya hefteyekê ji Tirkiyeyê hatibû derxistin û dema gihaştiye Efrînê, yekser hatiye revandin û hîna aqûbeta wî ne diyar e.

Sûcên çeteyan û dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî berdewam in. Çeteyên "Muntesir Billah" jî duh bi sedan darên fêkî li Mabetayê birîbûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane, çeteyên "El Muntesir Billah" bi serkêşiya çeteyê bi navê Ebdullah Ebû Casim, bi sedan darên zeytûnan ên şêniyên bajarê Mabetayê yê kantona Efrîn û Şehbayê birîne.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên navborî darên şêniyê bi navê Remzî Egîd Hibo û gelek kesên din birîn.

Heman çavkaniyan da zanîn ku serçete Ebû Casim ê ji Hemayê û pismanê wî Ehmed Îbrahîm El Berho darên birîne, birine navendên xwe yên li gundê Erebo û Erebê Hemşelekê yên Mabetayê da ku li wir bifiroşin.