Cenazeyê şervanê QSD’ê Zuhêr Ubeyd bi girseyî hat veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Zuhêr Ferec El Ubeyd bi girseyî hat veşartin.

Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Zuhêr Ferec El Ubeyd li kantona Dêrazorê dema erka xwe pêk dianî şehîd bûbû.

Cenazeyê şehîd Zuhêr Ferec El Ubeyd îro ji aliyê sedan kesî ve li Pakrewangeha Şehîdan a bajarê Şedadê hat veşartin.

Merasîm bi torena leşkerî ya şervanên QSD’ê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Şedadê Seher Ebdulhekîm sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em li vir kom bûne da ku şehîdê leheng ê ku ji bo mîsogeriya jinên bi rûmet û nifşê bê canê xwe feda kiriye, oxir bikin. Di kesayeta Şehîd Zuhêr de em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin."

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Zuhêr hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tîlîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.