YRA’yê ji bo rojnamevan Mirad Mîrza peyama sersaxiyê weşand

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), ji bo nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê de şehîd bibû sersaxî xwest.

Mirad Mîrza 8’ê Tîrmehê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de tevî 2 hevrêyên xwe yên ragihandinê birîndar bibû. Mirad Mîrza yê ku bi giranî birîndar bibû, rakirin nexweşxaneyeke li Mûsilê û di dema emeliyetê de şehîd bû.

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarî şehadeta nûçegihanê Çira FM’ê daxuyaniyeke nivîskî da.

YRA’yê got, “Mirad Mîrza jî wekî xebatkarê Jin TV’yê Necmedîn Sînan ê di 23’yê Tebaxa sala derbasbûyî de li Rojava bi êrişên balafirên bêmirov jiyana xwe ji dest da, bû qehremanekî ragihandina azad ku di oxira heqîqetê de canê xwe feda kiriye.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan ne tiştekî nû û tesadif e, lê belê ew bi zenbûn û beşek ji komkujiya Şengalê ye. Dewleta Tirk bi van êrîşan tişta wekîlê wê DAÎŞ’ê di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de pêk anî, bi xwe didomîne. Di heman demê bi her rêbazan dixwaze Ragihandina Azad li her derê rawestîne. Lê wê qet nekare hêviyên xwe pêk bîne.”

YRA’yê sersaxî ji malbata Mirad Mîrza xwest û wiha got, “Em şifaya xêrê ji hevrêyên xwe yên birîndar re hêvî dike. Di heman demê de bang li hemû sazî û dezgehên navdeweltî yên mafê mirovan û bi taybet ên ji bo parastina rojnamevanan dikin ku erka xwe pêk bînin û hesab ji deweleta Tirk û hevkarên wê bipirsin. Em ji wan saziyan re dibêjin êdî şerm e li ber çavên we rojnamevan bi gelek rê û rêbazan têne kuştin, heta êdî balafirên bêmirov li dijî wan têne bikaranîn û hûn dengê xwe nakin.”